Nobeta Edaletê di roja 650’emîn de ye

Malbata Şenyaşar vê peyamê parve kir, “Daxwaza me edalet e. Yên li hemberî vê bê edaletiyê bêdeng dimînin di wijdanan de mehkûm in.”

Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li Pirsûsê di encama êrişê xizm û parastvanên Wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û dû lawên wê hat qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrişê bi birîndarî rizgar bû di rona 650’emîn de ye.  

Malbata Şenyaşar ji ber ku dawiya heftê ye û edliye girtî ye nobeta xwe li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne.

‘Daxwaza me edalet e’

Malbatê li ser hesabên xwe yê medyaya dîjîtal vê peyamê da, “Têkoşîna li hemberî zilm û bê edaletê cins diyar nake, şê şexsiyet diyar dike. Daxwaza me edalet e. Yên li hemberî vê bê edaletiyê bêdeng dimînin di wijdanan de mehkûm in. Yên hemwelatiyan ji hev cûda dikin dê wenda bikin. @valisalihayhan @bybekirbozdag”