Serhildana li Îranê didome: Greva 3 rojan dest pê kir
Greva giştî ya ku tê payîn 3 rojan li seranserê welêt bidome, îro li Îranê dest pê kir. Hêzên rejîma Îranê ji bo tepeserkirina serhildanê girtin û îşkenceyê didomînin.

Navenda Nûçeyan – Li Komara Îslamî ya Îranê greva giştî heye. Hemû sendîka, komele û komên siyasî yên li Îranê û bajarên Rojhilat di 19, 20 û 21’ê Kanûnê de banga greva giştî kirin. Tê payîn ku girseya gel dê bi awayekî xurt di grevê de be; êrîşa hêzên rejîmê ya li ser serhildanê didome.
Taraneh Alidoostî li Girtîgeha Êvînê
Hate hînbûn ku derhêner Taraneh Alîdoostî ku rojên borî hatibû binçavkirin û girtin li Şaxa Hêjmar 209 a Girtîgeha Êvînê tê girtin. Sînemagerên Îranî duh li ber Girtîgeha Êvînê kom bûn û piştgirî dan fîlmçêker. Lîstikvana Îranî ya xelatgirê Oscarê Taraneh Alîdostî ji hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bertek nîşanî darvekirina Muhsîn Şikarî ya ji aliyê Îranê ve da û peyama "Bêdengiya we tê wateya piştgiriya ji zilm û hovîtiyê re. Rêxistinên navneteweyî yên li xwînrijandinê temaşe dikin û gavan navêjin şerma mirovahiyê ye" parve kiribû.
Mozhgan Kavsi dê derkeve pêşberî dadgehê
Hate hînbûn ku rûniştina dadgehê ya aktîvîst Mozhgan Kavsî hatiye diyarkirin. Girtiyê siyasî dê sibê derkeve pêşberî Dadgeha Şoreşê. Her wiha Mozhgan Kavsî jî bi tohmeta “heqareta li rêberê Komara Îslamî, propaganda li dijî rejîmê û tehrîkkirina xelkê ji bo şer” hatiye girtin.
Li Girtîgeha Qaimshahrê çalakiyên li dijî darvekirinê
Girtiyên Girtîgeha Qaimsahrê ya bajarê Mazenderanê li dijî avêtina hucreyê ya girtiyê ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn nerazîbûn nîşan dan. Serokê Dadweriya Mazenderanê li ser mijara ku “ew bi tenê li beşa 1’emîn a Girtîgeha Qaimshahrê ye û nakokiyên hundirîn yên girtiyan heye” daxuyani da, lê çavkaniyên heremî ragihandin ku “ne pevçûna navxweyî ye, li dijî darvekirinê çalakî ye”.
Girtiyên girtîgehên Êvîn, Kerec û Qaimshhrê yên li seranserê Îranê li dijî geşedanên dawî yên li Îranê û sepandina cezayê darvekirinê çalakî li dar xistin.