Zarokê Suriyeyî ji aliyê karderê xwe ve hat qetilkirin

Zarokê Sûriyeyî Abdullah El Hemûd ê 16 salî ku li Semsûrê li sûka sebzeyan dixebitî, ji aliyê xwediyê kar ve hat qetilkirin.

Navenda Nûçeyan - Hat diyarkirin ku zarokê 16 salî yê Sûriyeyî yê bi navê Abdullah El Hamûd ku li navçeya Sîteler a Semsûrê li sûka sebzeyan dixebitî rastî êrîşa kardêrê xwe Îsmaîl Mustafa Akkî hat.

Di êrîşa bi kêran hat kirin de Abdullah El Hemûd jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê Îsmaîl Mustafa Akkî hat binçavkirin.