Li Şehbayê mexdûriyeta ji ber ambargoyê didome

Ji ber dorpêç û ambargoya hikûmeta Şamê ya li ser Şehbayê, kesên ku di konan de dimînin nikarin xwe germ bikin û yên nexweş jî ji bo dermankirinê nikarin xwe bigihîjînin dermanên pêwîst.

RAPERÎN BEKIR

Şehba – Ambargo û dorpêça hikûmeta Şamê ya li ser Kantona Şehbayê bi hatina zivistanê re şert û mercên jiyanê dijwartir bûn. Xala Kontrolê ya Firqeya 4 a Hikûmeta Şamê rê li ketina sotemenî, gaz û madeyên xwarinê, bi taybetî dermanên ku kesên bi nexweşiyên kronîk hewce ne bi rêkûpêk bikar bînin digre.

'Li klînîk û nexweşxaneyê cereyan tune ye'

Fadela Elî ya ku ji Kantona Efrînê koçber bûye, diyar kir ku ew nexweşiya astimê pê re heye. Fadela Elî diyar kir ku dorpêçkirina hikûmeta Şamê êş û azarên wan duqat kiriye û wiha qala zor û zemhetiyên xwe kir: “Ji ber ku nexweşiya astimê bi min re heye, pêwîstiya min bi nebulîzorê heye. Ji bo ku nefesê hêsantir bikin seans tên girtin. Lê belê ji ber dorpêçê cereyan li klînîk û nexweşxaneyê tune ye. Ji ber vê yekê ez nikarim beşdarî seansan bibim.” Fadela Elî diyar kir ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar maye ji Efrînê koçî Şehbayê bike û got: "Em vê carê bi dorpêç û ambargoya dewleta Şamê re rû bi rû man."

'Em li dijî şert û mercan li ber xwe didin'

Fadela Elî diyar kir ku bi hatina zivistanê re şert û merc dijwartir bûne û wiha got: "Hewa sar bûye û nexweşî jî zêde bûne. Em nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî bi cih bînin. Em li hemberî şert û mercan li ber xwe didin û her ku em li ber xwe didin ewqasî zêde zext zêde dibin. Em ê bi berxwedana xwe dagirkeriya dewleta Tirk û planên dewletan ji holê rakin. Heta em bigihîjin armancên xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Divê rêxistinên mafên mirovan li hemberî van hemû binpêkirinan bêdengiya xwe bişkînin. Ji bo hikûmet rê veke zext li Şamê bê kirin."

'Em di konan de dijîn, sotemeniya me tune ye ku em xwe germ bikin'

Li aliyê din Şêrîn Muhammed, diyar kir ku berê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê emeliyat bûye lê ji ber dorpêça ku piştre dest pê kir, tedawiya wê nîvî maye. Şêrîn Mihemed diyar kir ku ji ber hewaya sar û tunebûna derman rewşa wê ya tenduristiyê xerab bûye û diyar kir ku ji bo rê li hatina sotemenî û dermanan bê girtin riyên Şahba û bajarên din giştî girtine û wiha berdevam kir:

“Em di konan de dijîn û hewa pir sar e. Mexdûriyeta me zêde dibe. Mazot tune ye ku em pê cihên me yên jiyanê germ bikin. Gelek kes bi taybetî zarok û kal bi nexweşiyên curbecur re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê divê civaka navdewletî li hember siyaseta birçîbûnê ya ku em pê re rû bi rû ne, bêdengiya xwe bişkîne û hikûmeta Şamê berpirsyar bibîne. Em dixwazin zext li hikûmeta Şamê bê kirin."

'Ez nikarim kurê xwe yê astengdar ji sermaya zivistanê biparêzim'

Fatima Abdo diyar kir ku kurekî wê yê 12 salî astengdar heye û wiha got: "Kurê min bi dermanan dijî. Ji ber rêgiriya dewleta Şamê nikare tedawî bibe. Ji ber dorpêçê êşên me zêde bûne. Kurê min divê zivistanê li cihekî germ û havînê jî li cihekî hênik bijî. Em di konan de dijîn, ji ber vê yekê nexweşiya kurê min her roj diçe xerabtir dibe." Fatima Abdo, anî ziman ku hikûmeta Şamê ji van hemûyan berpirsyar e û wiha gotiinên xwe bi dawî kir: "Ev rewşeke mirovî ya felaket e. Divê rê bên vekirin, pêwîstiyên tenduristiyê û pêdiviyên bingehîn derbasî Şehbayê bibin."