'Divê em di sala 2024'an de yekîtiya jinan xurt bikin'

Aktîvîstên mafên jinan ên balkişandin li ser tiştên ku li Misirê jinan di sala 2023’an de jiyan kirin, banga di sala 2024’an de hîn zêdetir xurtkirina yekîtiya jinan a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan kirin.

ASMAA FATHI

Qahîre - Li Misirê bi taybetî di van salên dawî de daneyên tundiya li dijî jinan bi lez zêde dibe. Sala 2023’an jî wek saleke ku li welat tundî û binpêkirina mafan li ser jinan zêde bû, cihê xwe ya di dîrokê de girt. Jinan îsal ji bo derxistina qanûnek ku wan diparêze xebat meşandin.

Jin û aktîvîstên mafên mirovan, sala 2023’an a jinan a li Misirê nirxandin. Rojnamevan Madeleîne Nader, diyar kir sala 2023'an bû sahneya gelek peşadanên bi bûyeran re dagirtî û balkişand ku saziyên jinan ji bo li hemberî vê rewşê serî hildin û bandorên wê yên neyînî kontrol bikin hewldaneke gelek mezin nîşan didin. Madeleîne Nader a ku sala 2023’an bi peyva ‘tevlihev’ bi nav kir, wiha got: “Ji ber ku em li kolan û zanîngehan bûn şahidê tundiya digihijê heta qetilkirina mirovan. Me jinan di mijara vegotina binpêkirinên jiyîn de teşvîk kir. Beşek mezin a xebatên me, bi fealiyetên hay jê hebûnê derbas bûn.”

'Avakirina torekî ji bo jinan pir girîng e'

Madeleîne Nader, bi bîr xist gelek saziyên li welat ji bo derxistina qanûna li dijî tundiyê bang kirin û wiha axivî: “Me xwest pêşnûmeya Qanûna Rewşa Şexsî li parlamentoyê bê nîqaşkirin û kêmasî ji holê bên rakin. Yasayên heyî mafên jinan binpê dike û divê guhertinên pêwîst bên kirin. Her wiha ji bo guhertinên têkildarî qanûnê bên kirin, pir girînge ku femînîstan di nava xwe de torek ava bikin. Xebatên wê bên meşandin, wê bibe alîkar ku di sahê de jî encamên şênber werin bidestxistin.”

Jinan gelek serkeftin bi dest xistin

Dîrektora Bernameya Gihîştina Edaletê ya Weqfa Pirsgirêkên Jinan a Misirê Parêzer Jawaher Al-Taher jî, bal kişand ser qetlîamên jinan ên di 3 salên dawî de li qadên giştî tên jiyîn. Jawaher Al-Taher, anî ziman ku jin li dijî her cure tundiyê têkoşîn dimeşînin û da zanîn saziyên jinan ji bo başkirina rewşa jinên li Misirê û bi taybetî di mijara tundiyê an jî aliyê yasayî de gelek dixebitin. Jawaher Al-Taher, diyar kir bi taybetî îsal gelek serkeftinên ku wek pêşnûmeya Qanûna Rewşa Şexsî ya ku ji aliyê Weqfa Misirê ya Pirsgirêkên Jinê ve hatiye amadekirin ji aliye nûner Nashwa El-Deeb ve hat qebûl kir, hatin bidestxistin.

'Encamên şênber hene'

Jawaher Al-Taher, wiha got: “Li pêşnûmeya hat amadekirin, îmzeya 60 parlamenteran heye. Di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de encamên şênber ên nû yên wek guhertinên dawî yên di hin qanûnan de ji aliyê tevgera femînîst ve hatine çêkirin hene. Rayedaran, têkildarî guherandina hin rewşên wekî sunetkirina jinan û tacîzên zayendî yên di Qanûna Muhakemeyên Cezayê de jî aresteyê amedekirina Qanûna Rewşa Şexsî kirin. Ev hemû di encama xebatên keda karsazên ciwan û saziyên femînîst de hatin bidestxistin. Di nav wan de Înîsiyatîfa Sanad, Feminine Salem, Bar Aman jî hene.”

Jawaher Al-Taher, destnîşan kir di derxistina yasayek yekgirtî ya li dijî tundiyê de hîn encameke zelal bi dest neketiye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî:“Girîng e di sala 2024’an de hikûmet bale bikşîne pirsgirêkên jinan. Di dawiya axaftina xwe de wiha got: Divê em di sala pêşiya xwe de yekîtiya jinan hîn zêdetir xurt bikin.”