Hejmara nû ya Kovara Jin derket

Hejmara dawî ya Kovara Jin a sala 2023’an, bi bergê “2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, baviksalarî û xizaniyê" derket.

Stenbol - Kovara Jin, di hejmara xwe ya 44'an a vê hefteyê de balê dikişîne ser polîtîkayên çewisandina têkoşîna jinan a sala 2023'an û berxwedana jinan a li hemberî van zextan. Hejmara dawî ya kovarê di sala 2023'an de bi sernavê "2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, baviksalarî û xizaniyê" derket.

Aktîvîsta TJA’yê Denîz Dîcle, bi nivîsa xwe ya sernavê “Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala têkoşîna jinê”, têkoşîna jinan a tevahiya salekî li hemû qadan domkir, vedibêje.

Nivîsên di vê hejmara kovarê de cih girtin wiha ne:

*“2023 û nedayîna windakirinê bi AKP'ê” / Hulya Osmanagaoglu

*“Berxwedana jinên Îranî yên ku dibêjin 'Em ê jiyanê paşve bistînin' didome” / Dosyaya NÛJINHA'yê ya Ekîba Kovara Jin ve berhev kir.

*“Rojên dawî yên salek” / Oya Açan

*"Du salên 'cudakariya zayendî' ya Talîbanê ya li Afganîstanê" / gotara Belquîs Ahmadî ya hatiye wergerandin.