Gulîxan Tahir: Li hemberî şerê qirkirinê yekitî riya xelasiyê ye

Hevseroka Meclisa Navçeya Til Temirê Gulîxan Tahir êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser binsaziya herêmê şermezar kir û êrîşan bi şerê qirkirinê bi nav kir.

RONÎDA HACÎ

Hesekê-Di demeke dîrokî de ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi îmzekirina Hevpeymana Civakî ji aliyê Meclisa Giştî ya Rêvberiya Xweser kêfxweş bûn. Dewleta Tirk a dagirker di 24’ê kanûnê de bi balafirên şer û yên bê mirovî êrîşî binsaziya herêmê kir û didomîne. Di encamê de 8 welatî şehîd bûn û 18 kes birîndar bûn her wiha cihên ku dikevin xizmeta gelên herêmê bombebaran kir. Hevseroka Meclisa Navçeya Til Temirê Gulîxan Tahir nirxandin kir.

‘Dewleta Tirk tevahî pîvanên şer û yên exlaqî binpê dike’

Gulîxan Tahir diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker sûcên şer û sûcên dermirovî ne û wiha axaftina xwe domand: “Ev şerê qirkirinê ye, şerê li dijî gelên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Turkmen, Çerkez û Ermen e. Ew li dijî tevahî olan e, li dijî jiyana hevbeş û Hevpeymana Civakî ya ku bi îradeya gelan pêk hat û wê bibe nimûne ji tavahî cîhanê re. Dewleta Tirk a dagriker bi van êrîşan tevahî pîvanên şer û ên exlaqî binpê dike. Em helwesta şermokî ya civata navneteweyî şermezar dikin û bang dikin ku bi wijdanî kar û xebatên xwe bimeşînin."

‘Gel hebûna xwe di bin sîwana Rêvberiya Xweser de dît’

Gulîxan Tahir destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê serkeftin û rêxistinbûyîna ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qebûl nakin lewma bi hovîtî êrîş dike û dewletên navneteweyî bêdeng in û wiha got: “Di demekê ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi îmzekirina Hevpymana Civakî kêfxweş bûn ku tê de mafên her netew û olî hatiye parastin. Dewleta Tirk êrîş li ser herêmê kir, di van êrîşan de binsaziya herêmê kir hedef da ku baweriya gel bi sîstema Rêveberiya Xweser kêm bike da ku rê nede Rêveberiya Xweser ku xizmetê bide civaka xwe. Lê gel bi hemû pêkhateyên xwe baş dizanin çi siyaset tê meşandin gel hebûna xwe di bin sîwana vê sîstemê dîtiye lewma xeta berxwedanê hilbijartiye.”

‘Yekitî rêgirtina li ber êrîş û polîtîkayên qirkirinê ye’

Gulîxan Tahir di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya dewletên navneteweyî û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Li hemberî hemû sûcên ku dewleta Tirk li dijî sivîlan pêk tîne bêdengiyeke şermok heye. Em vê bêdengiyê bi komployeke navdewletî ku dîroka xwe ji 1999’an digre, dibînin. Eger destê we di van êrîşan de tune ye çima ev bêdengî heye? Ka mafên mirovan? Di vê dema dîrokî ku gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, pêwistî bi yekitiyê heye, yekitî riya yekane ya ku dikare rê li ber polîtîka û êrîşên qirkirinê bigre.”