'Ev sal dê bibe sala serkeftin û azadiya Rêberê me'

Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Edûl Elî û Şemê Remo anîn ziman ku ew bi îdiaya serkeftinê ber bi 2024'an ve diçin û gotin, "Ev sal dê bibe sala serkeftin û azadiya Rêberê me."

HÊVÎDAR ŞENGALÎ

Şengal- Têkoşîna civaka Êzidî di Şengalê de salek din li pey xwe hişt. Civaka Êzidî û bi pêşengiya jinan di sala derbasbûyû de têkoşîneke mezin dan meşandin. Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Edûl Elî ya hêviya xwe ya ji bo sala nû anî ziman destnîşan kir ku ew bi îdiaya serkeftinê ber bi sala 2024’an ve diçin.

‘Bi şehîdan em serbilind in’

Edûl Elî di serî de sala derbas bûye nirxand û hêviya sala nû anî ziman û wiha got: “Sala ku me derbas kir bi xweşî û nexweşî bû. Me şehîd dan em bi şehîdên xwe êşiyan lê belê em bi şehîdan hêzê digrin û biryara me hîn xurtir dibe. Rêxistina me bihêz dibe û em dibêjin em şopdarên şehîdên xwe ne. Bi hêviya ku sala nû bi xweşî û azadiya fizîkî ya rêbertiya me were. Bi hêviya ku Rêber Apo di sala nû de di nava me de be û bibe mêvanê Şengalê. Wê di sala pêşiya me de serkeftin û azadî para me be. Wê hêza me bi ser bikeve û ya xiyanetkaran wê bin bikeve. Em ê li ser piyan bin û têbikoşin da ku em xayînan ji nava xwe derxin. Dema ku ferman hat serê me, wê demê jî em ev kes bûn lê belê me rêxistin nas nedikir. Ger me nas kiribûya em nediketin destên DAIŞ’ê. Niha me xwe bi hêz kiriye.”

‘Her kes dizane kê em xilas kirin’

Edûl bal kişand ser hêza tolhildanê, berxwedan û têkoşînê û da zanîn ku ew ê heta serkeftinê têbikoşin û wiha got: “Deh şervanên azadiyê hatin û em rizgar kirin. Ne hikûmeta Iraqê ne ya Berzanî em parastin. Her dû hêz jî reviyan. Şervanên azadiyê dayik û xwişkên me xilas kirin. Di heman demê de xelkê me yê Rojava alîkariya me kir ji bo em sax bimînin, em ji bîr nakin kê em xilas kirin. Civak hemû jî dizane kê em xilas kirin, hemû dizanin ku şervanên azadiyê, gerîlayan em xilas kirine.”

‘Rêber Apo em xilas kirin em ê jî wî xilas bikin’

Edûl di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku pêwîst e her kes li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan Xwedî derkeve û wiha got: “Hêvî dikim ku civaka me piştevaniya Rêber Apo bike. Em serkeftina Rêber Apo dixwazin. Çawa em bi fikrên wî hatin perwerdekirin û îro bi serekî rehet em li malên xwe radizên, em dixwazin Rêberê me jî bê azadkirin.”

‘Xwîna me û ya xelkê Rojava yeke’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Edûl Elî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li ser rojavayê Kurdistanê û da zanîn ka çawa Rojava xwedî li Şengalê derket, ew jî li Rojava xwedî derdikevin û wiha got: “Ji bo Rojava em pir zêde diêşin, çawa ji bo Şengalê em diêşin ji bo Rojava jî heman tişt e. Çend roj beriya niha li vir jî lêdan û 5 welatî qetil kirin, li vir jî û li Rojava jî heman tişt e. Em qebûl nakin careke din Erdogan xelkê sivîl qetil bike. Bila hemû cîhan û dewlet dengê min bibihîsin. Bila Erdogan sînorê xwe bizanibe. Armanc bi van êrîşan xistina me ye lê belê em nakevin ger em 4 kes jî bimînin em nakevin. Ne dewleta Tirk û ne mala Berzanî kes nikare me bişkîne. Her dem em ê rabin û xwe bihêz bikin. Em li pişta Rojava ne, çawa ew di dema fermanê de li gel me bûn em jî li gel wan in. Xwîna me û ya xelkê rojava yek e.”

‘Wê ev sal bibe sala serkeftinê’

Endama Koordînasyona tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo jî da zanîn ku ew bi hêviya serkeftinê dikevin sala nû wiha got: “Me karên têr û tijî di nava vê salê de meşandin. Hilbijartin bûn, rojiyên me û bîranînên şehîdên me, meş hebûn. Di nava vê salê de pir kar hatin meşandin. serdana dost û kesan çêbû. Em bi hêvî ne ku sala nû bibe sala xêrê, azadî û serkeftinê. Wê serkeftin ya me be. Em hatina sala nû li şehîdên ku xwêdan û xwîna wan tevli hev bûye û xwe feda kirine ji bo Şengalê pîroz dikin. Bi hêviya xwedê û tawisê melek wê ev sal bibe sala serkeftin û azadiya serokê me jî. Bi hêviya ku serokê me li ba me be.”