‘Zarokê 'karkerê çandiniyê' ê 12 salî jiyana xwe ji dest da

Li Orduyê di encama wergeriya wesayîta çandiniyê de zarokê 'karkerê çandiniyê' Mahsun Ak ê 12 salî jiyana xwe ji dest da. Di heman qezayê de 'Zarokê Karker' yê 17 salî Îhsan Eral Şendere jî birîndar bû.

Navenda Nûçeyan- Li Ulubeya navçeya Orduyê wesayiteke çandiniyê ya bi navê patpatê di nav baxçeyê nokan de wergeriya.

Qeza rojek berê li Taxa Durakê ya navçeyê qewimî. Di qezayê de karkerê demsalî yê çandiniyê Mahsun Ak ê 12 salî jiyana xwe ji dest da, Îhsan Eral Şendere yê 17 salî ku destûr hat dayîn wesayit biajo birîndar bû. Îhsan Eral Şendere piştî mudaxeleya ewil li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Orduyê hat dermankirin.