Boko Haram li Nîjeryayê 42 jin û zarok revandin

Boko Haram di êrîşa xwe ya li Nîjeryayê de 42 jin û zarok revandin. 4 jin karîn ji destê rêxistinê birevin.

Navenda Nûçeyan - Hat zanîn ku di êrîşa Boko Haram a li eyaleta Borno ya Nîjeryayê de 42 jin û zarok hatin revandin.

Li gorî nûçeya di Independent Tirkî de cih digre, Boko Haram li navçeya Jere ya eyaleta Bornoyê êrîşî kesên ku çûn komkirina daran kir. Di êrîşê de jin û zarok bûn hedef û 42 kes hatin revandin. 4 jinan ji destên rêxistinê xilas bûn.

Ji sala 2009’an û vir ve bi deh hezaran kes di çalakiyên tundiya girseyî yên ji aliyê Boko Haram ve tên kirin de jiyana xwe ji dest dan. Rêxistin ji sala 2015’an vir ve li sînorên cîranên welat Kamerûn, Çad û Nîjerê jî êrîşan pêk tîne. Rêxistina ku bi taybetî keçên ku diçin dibistanê hedef digire, zarokan direvîne.