Ava bermehiyên radyoaktîf li Fukuşîmayê dirijînin nava okyanûsê

Li Japonyayê, piştî erdheja 2011’an Santrala Nukleer a Fukuşîmayê ku di tisûnamiya derket de ava bermahiya radyoaktîf dirijînin nava okyanûsê.

Navenda Nûçeyan- Li Japonyayê, piştî erdheja sala 2011’an Santrala Nukleer  Dai-içi ya li Fukuşîmayê ku di tisûnamiya ku derket de ziyan dît ava bermahiya radyaktîf dirijînin nava okyanûsê. Rêveberê santrala şîrketa Enerjiya Elektrîkê ya Tokyo (TEPCO) di daxuyaniyê de diyar kir ku kar û barê valakirinê li gorî saeta herêmî di saet 13:00’an de dest pê kiriye.

Di daxuyaniyê de hat zanîn ku ava bermehiya radyoaktîf, bi tunelek kîlometre ya di bin avê de hatiye tehliyekirin. Berê jî li gorî plana hatiye ragihandin; şîrket di qonaxa destpêkê de di nava 17 rojan de wê 7 hezar û 80 ton ava bermahiyê vala bikin nava okyanûsê. Heta Adara 2024’an bi giştî 31 hezar û 200 ton ava bermahî tê plankirin ku vala bikin nava okyanûsê. 

Ji Çînê şermezarî

Li gorî agahiyên ji hawirdorê hat diyarkirin ku ava bermahiyan a okyanûsê ji bo tendirustiya mirov û hawirdorê metirsî ye. Li ruxmê ku li dijî hemû rexne û li dijî derketinê jî helwesta li dijî vê çalakiya Japonyayê berdewam dikin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Çînê ve hat dayîn hikumeta Japonya, li ruxmê rexne û li dijîderketinê yek alî dest bi kar û barên valakirinê kirin, diyar kirin ku çalakiyek bê berpirsyarî, ezezîtî ku berjewendiyên civaka kûreyî ji nedîtî ve tê. Çînê di daxuyaniya şermezarkirina vê çalakiyê de û ji Japonyayê xwest vê xeletiyê rawestînin.

‘Wê bandora wê sînoran derbas bike’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ava bermahî ya radyoaktîf a li Fukuşîmayê, der barê ewlehiya nukleer de pirsgirêkek mezin e û bandora wê sînor derbas kiriye û amaje bi wê yekê kir ku Japonya weke pirsgirêkek taybet nabîne. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku bi riya berjewendiyên ezezîtî îsrarkirina valakirina ava bermahiyan nava okyanûsê ji bo mirovên li herêmê û ji bo hemû cîhanê bi destên mirovan wê bibe felaketek duyemî ku hatiye avakirin.  

Di daxuayniyê de hat bibîrxistin ku ev plana Japonyayê nehatiye belgekirin ku bi ewle ye û wê ziyanê nede deryayê û bi bîr xist ku li Çînê ekolojiya Deryayê, ewlehiya xurekê û ji bo parastina tendirustiya gel wê tedbîrên pêwîst bigrin.

Di adara 2011’an de erdheja bi 9 pile çêbûye, rê li ber tisûnamiyê vekir. Ji 4 nukleer reaktoran li santrala Nukleera Daai-içi ya li Fukuşimayê di 3 yan de rê li ber ziyanê vekir. Ji ber pêşekên radyoaktîf derdora santralê weke ‘herêma tehliye’ hatibû îlankirin.