Jinên Komunîst ên Şoreşger êrîşa li dijî kedkarên JIN TV şermezar kir

Jinên Komunîst ên Şoreşger der barê êrîşa duh li dijî kedkarên JIN TV de şermezar kir û diyar kir ku rojnamevanên jin ên ku êrîşên dagirkeriyê ji cîhanê re radigihînin, tên hedefgirtin.

Navenda Nûçeyan- Balafireke bêmirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker di 23’ê Tebaxê ango duh piştî danê nîvroyê li nêzî xaçeriya gundê Til Şiîr ê li ser riya Qamişlo-Amûdê, wesayîdeka rojnamevanan bombebaran kir. Di encamê de xebatkareke JIN TV’î yê bi navê Necmedîn Feysel Hec Sînan jiyana xwe ji deat da, nûçegihanek birîndar bû. Der barê êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser rojnamevanan de Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li dijî şoreşa me ya jinan didomin. Duh êvarê li ser riya Qamişlo-Amûdê wesayîdeke xebatkarên çapemeniyê hedef girt. xebatkarê bi navê Necmedîn Feysel Hec Sînan di êrîşa li dijî wesayîda JIN TV de jiyana xwe ji dest da. Rojnamevanek jî birîndar bû. Dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser axa me, warê şoreşa Rojava pêşengên şoreşê û jinan hedef digre.

Şoreşa Rojava şoreşa jinan e. Ji destpêka kêliya ku çeteyên DAIŞ’ê yên hov êrîşî xaka Sûriyeyê kirin ve heta niha, jinan parastina vê şoreşê kirin û bi alîgirên xwe re tirs li çeteyan belav kirin. Şoreşa Rojava ya jinan e ji bo hemû jin û gelên cîhanê bûye ronahiya hêviyê.

‘Xebatkarên çapemeniyê ji bo ragihandina bûyeran di eniyên şer de bûn’

Xebatkarên çapemeniyê ji bo berxwedana Kobanê, di eniyên Reqayê û şerê Serêkaniyê de bê tirs ji gelên bindest ên cîhanê re ragihînin, bi kamerayên xwe di hemû eniyan de cih girtin. Kedkarên JIN TV xebatkarên çapemeniyê yên ku şoreşa jinan û afirînerên wê ji cîhanê re radigihînin, dibin hedefa dewleta Tirk. Rojnamevanên jin, ji bo ragihandina hemû êrîşên DAIŞ’ê û dewleta Tirk ên li ser jinan hevalên me yên herî girîng bûn. Îro dewleta Tirk bi taybetî JIN TV hedef digire, sedema wî jî ev e.

Weke Jinên Komunîst ên Şoreşger me li dijî êrîşên hovane yên dewleta Tirk dev ji parastina şoreşê û destkeftiyên xwe bernedan û bernadin. Li hemberî êrîşên li ser kedkarên çapemeniyê û rêhevalên me yên jin, her yek ji me wê hemû êş û şahî, hemû êrîş û destkeftiyên li ser vê xakê belav bike û vebêje û cihên wan ên ku vala dibin tijî bike.”