Nalîn Dîcle: Bi êrişên li ser rojnamevanan nikarin rastiyan veşêrin

Rojnamevan Nalîn Dîcle êrîşên dewleta tirk ên li ser ragihandinê nirxand û got: “Dixwazin bi êrîşan çapemeniya azad bêdeng bikin û kiryarên hovane ji raya giştî yên cîhanê veşêrin.”

RONAHΠNÛDA - DÎREN ENGİZEK

Qamişlo- Dewleta tirk di 23’yê Tebaxê de bi balafirek bê mirov ên bi çek êrîşî wesayita Jin tv kir û di encamê de karmendê Jin Tv Necmedîn Feysal jiyana xwe ji dest da û nûçegîhana wan Delîla Egîd birîndar bû. Rojnamevan Nalîn Dîcle ku bi giştî êrişên dewleta Tirk a li ser heremê û êrişên li dijî rojnamegeran nirxand, wiha got: “Çawa topyekûn êrîş heye, divê xebatek topyekûn bimeşînin. Ji bo beşdarbûnek pêk were û  em van êrîşan bidin rawestandin, erkek pir mezin dikeve li ser rojnamevan, gelê kurd û dostên wan.”

‘Êrîşên pêk tên hişmendiya dewleta tirk a qirker e’

Nalîn Dîcle di serî de sersaxî ji malbatê karmendê Jin Tv Necmedîn Feysal re xwest û wiha got: “Em sersaxî ji Jin tv û şîfayê ji hevala xwe Delîla Egîd re dixwazin. Di esas de mirov lazim e armanca êrîşên li ser giştî Rojava rawest e û bi taybet êrîşên herî dawî li ser rojnamevanan destnîşan bike. Êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê di sala 2012’an û şûn ve piştî şoreşa Rojavayê Kurdistan û şoreşa Sûriyê destpêkir. Di esas de Tirkiyê bi riya hemû komên çete destwerdenek li ser Sûriyê çêkir. Yên herî zêde jî para xwe ji van destwerdenan girt, Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bû. Dem bi dem bi riya komên çeteyên mîna El-Nûsra, çeteyên DAIŞ’ê, Artêşa Azad û Mîlî penase dikin. Di esas de hêzekî paravan, hêzeke ku ji aliyê Tirkiyê li ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku bi armanca têkbirina vê şoreşê, ji bo pêkanîna xeyalên Osmaniyê êrîşkariyek li ser giştî pêkhateyên Sûriyê û bi taybetî jî li ser Rojavayê Kurdistanê çêbû. Her yek ji van êrîşan bi îradeya gelê herêmê ve hatin têk birin. Nav çi dibe bila bibe, di esas de êrîşên pêk tên hişmendiya dewleta tirk a qirker e û lazim e em vê rengê bi dest bigirin.”

‘Ji 2012’an heta niha 27 rojnamevan şehîd bûn’

Nalîn Dîcle rola ragihandinê di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de wiha nirxand: “Pêvajoya şoreşê ya di sala 2012’an û şûn ve ji bo ku ev şoreş li tevahî cîhanê bê nasîn, rolek pir girîng çapemeniya azad lîst. Ji sala 2012’an heta niha 27 rojnamevan şehîd bûn, di oxira şopandina riya heqîqetê de û di oxira meşandina ragihandinê de. Ev hêjmar ne kêm e û ji wan 8 jin in. Ev yek nîşan dide ku dewletek ku êrîşî gel û civakê bike, rojnamevanên vê gelê ji bo doza wê gelê dixebitin, dewlet ku xwedî zîhniyetek qirker be, ji bo rojnamevanên wê bi ruh nêz nabe û em wiha dizanin. Hemû rojnamevanên ku karê ragihandinê dimeşînin ji 2012 heta niha, bi vê zanistê nêz bûn. Her wiha rojnamevan di pêngava têkbirina çeteyan de di sahaya herî nêz de cihê xwe girtin û bi wêne, dîmen û nivîs bi belge kirin. Di heman demê de kirin mala raya giştî û ji bo civakê hafizeyek çêkirin. Dîsa her şervanek ku berxwedaniyek dan meşandin, ji aliyê şervanên ragihandinê ve di eniyên şer de li hember çeteyên DAIŞ û komên çeteyan rolek leyîstin.”

‘Dewleta tirk êrîşî hemû pêkhateyên herêmê dike’

Nalîn Dîcle diyar kir ku di van demên dawî de hemû ferdên civakê dibin armanca êrîşên dewleta tirk û wiha domand: “Di van deman de giştî pêkhateyên Sûriyê ku pêşengên jin, zarok û hemû hemwelatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hedef girtin. Herî dawî pêkhateyên Suryan, Ereb û Kurd şehîd çêbûn. Dewleta tirk ferq naxê di nav welatiyan û dabeşiya karan de. Dixwazin bi wan êrîşan, çavê civakê bitirsînin û giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê mirov bihêlînin. Cihêkî herêman dadigire, cihek din ku herêmên ku nikarê bikeve bi êrîşan tirs ava dikin. Dixwazin demografiya vir bigihûrînin û îradeya civakê bişkînin.”

‘Bi hedefgirtina rojnamevanan dixwazin rastî bê veşartin’

Nalîn Dîcle da zanîn ku rastiya civak û êrîşê nîşan dide ragihandina azad e û wiha pêde çû: “Ji bo ku ev êrîş bên veşartin, rojnamevanan dikin hedef. Em ji dîroka dewleta tirk de vê yekê dizanin ku kengî ku radeya êrîşkirina hovane pir bilind dibe, êrîşî ragihandinê dike, vê yekê li Bakurê Kurdistanê bi girtinê dike û li Rojavayê Kurdistanê bi balafirên bi çek ên bê mirov dike. Dixwazin bi vê rengî çapemeniya azad bêdeng bikin û kiryarên hovane li ser pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji raya giştî yên cîhanî veşêr bikin û nehêlînin ev rastî werê dîtin.”

‘Bi hevkariya navneteweyî ev êrîş pêk tê’

Nalîn Dîcle destnîşanî çekên ku dewleta tirk li Başurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê li dijî gelê kurd tên bi kar anîn wiha dike: “Çekên ku li Başurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê tên bi kar anîn, gelek cureyên wan lêkolîn bê kirin di nav wan de kîmyasal heye. Şer êdî bi însanan nayê kirin, şer bi teknîkê tê kirin. Ev balafirên keşfê yên ku hene jî  yek jî teknolojiya herî modern e û mîna robotên qatîl in. Rastiya bi êş jî ewe ku ev balafirên bi çek yên ku heye ne ya tirkan e û ji welatên Rojava tên kirîn. Loma em tenê van çekên ku tên bi kar anîn tenê wek kiryarên tirk pênase nakin. Ji lewra welatên Rojava, hêzên navneteweyî nikarin xwe ji van çekên ku li hember gelê kurd tên bi kar anîn weke ku ne sûcê wan e bigirin dest. Ewqas sivîl û rojnamevan tên hedef girtin, ger şîrîtiya wan hêzan bi dewleta tirk nebin ev êrîş jî pêk nayên. Ji aliyek din qadên hewayî yên Rojavayê Kurdistanê di destê Emerîka û Rûsya de ye. Ger destûra wan nebe nikarin yek êrîş jî bi kar bînin. Civak jî şîrîkiya van hêzan bi dewleta tirk re dizanin.”

‘Kiryarên li hember civakê, kiryarên li hember rojnamevanan e’

Nalîn Dîcle rola ragihandinê di derxistina rastiyê de wiha nirxand: “Girîng e em weke ragihandina azad ji bo teşhîrkirina kiryarên dewleta tirk û hevkarên wê derxînin holê. Divê em hîn zêde van kiryaran bi daneyan teşhîr bikin û di raya giştî de eşkere bikin. Li Tirkiyê gelek qanûnên parastina mafê rojnamevanan heye, her wiha ji bo bên parastin qanûnên navneteweyî heye û tirkiyê îmze kiriye, qaşo dewleta tirk ber endamekî yekîtiya ewrûpa xwe pênase dike. Di rastî de ev qanûn tên bin pê kirin jin, zarok û rojnamevan tên hedefgirtin. Hemû beşên civakê komkujî û qirkirinên pir mezin dijîn. Kiryarên li hember civakê, kiryarên li hember rojnamevana ne jî, ji ber rojnamevan van kiryaran derdixîne holê. Erka yekem a rojnamevanan ewe ku parastina mafê agahî girtina civakê û derxistina heqîqetê ye. Di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, rojnamevan bi vê zanistê tevgeriyan û her kêlî bi kamera û pênûsa xwe van rastiyan ragihand raya giştî û civakê.”

‘Ji bo ku civak û rojnamevan bên parastin zextek navneteweyî lazim e’

Nalîn Dîcle kiryarên li ser rojnamevanan şermezar kir û wiha dom kir: “Herî dawî jî Jin tv bû hedefa êrîşên dewleta tirk a dagirker. Bi wê wesileyê hemû kiryarên li ser rojnamevanan em şermezar dikin. Em bang dikin ku hemû rojnamevan xwedî li zagonên ku ji bo rojnamevanan hatiye derxistin derkevin. Ji bo hîn bêtir zext li ser Tirkiyê bê kirin ku civak û sivîlan hedef negire. Herî kêm qanûnên ku ji bo rojnamevanan derketiye, xwedîderketin pêk werê û wan qanûnan biparêzin. Cihê ku şer heye û ji bo ku rojnamevan bên parastin, zextek navneteweyî lazim e. Weke çapemeniya azad ku em ji qadê jî dişopînin, van êrîşkariyên ku çêdibin, ji biryardariya rojnamevanan û kedkarên çapemeniya azad tiştekî kêm nake, berovajî hêrsa wan û azmên şopandina rastiyan zêdetir dibe. Li kêleka wan hemû kiryarên bêmirovî û komkujiyên ku pêk tên hîn bêtir û bi hêrsek mezin wê şopdarî çêbibe. Di me de jî heman hêst, raman û zanist çêdibe. Her rojnamevanek ku di vê oxira rastiyê de şehîd dikeve, barê me jî giran dibe. Bi şehadeta her hevalekî xwe re em pênûs û kameraya wan hildigirin û bi berpirsiyariyek mezin xeyalê wan pêk tînin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê niha bi qetîlkirina rojnamevanan nikarin rastî veşêrbikin û li ser kiryaran bigirin. Roj bi roj neslên nû tevlî karê ragihandinê dibin.”

‘Xebatkarên Jin tv xwedî li hevalên xwe derketin’

Nalîn Dîcle bal kişand li ser êrîşa herî dawî yên dewleta tirk li hember Jin tv û wiha dom kir: “Di 23’yê Tebaxê de êrîşî wesayita Jin tv hate kirin, xebatkarên jin tv bi wê hêrsî çûn cihê bûyerê. Ev yek çiqas bi êş be jî, helwestek girîng jî derket holê. Ev hest ne hêsan e, lê biryardariyek e. Bê ku mirov bisekine û xebatên ragihandinê bimeşîne, ji bo çapemeniya azad helwest û biryarbûnek herî rast û cihê xwe de ye. Îro hemû xebatkarên Jin tv tevî êşên ku ji bo windakirina hevalên xwe dijîn, li ser karên xwe ne û li ser keda wan diaxivin û çalakiyên ku pêk tên dişopînin. Ev yek helwest û sekna herî bi nirx e ji bo rojnamevanan.”

‘Çawa êrîşek topyekûn heye, divê xebatek topyekûn jî hebe’

Nalîn Dîcle herî dawî da zanîn ku divê êrîşên ku li hember civak û ragihandinê pêk tên di raya giştî de bên eşkere kirin û wiha bi dawî kir: “Divê hîn bêtir em vê bûyerê di raya giştî de eşkere bikin. him weke çapemeniya azad him jî weke rojnamevan pêwistî bi seknek hîn bi hêztir heye. Kiryarên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember rojnamevanan çêdibe, binpêkirina herî mezin ên navneteweyî ye. Weke hemû dezgehên çapemeniyê pêwistî pê heye ku em van rastiyan li tevahî raya giştî de vebêjin. Li ser vê yekê bangawaziya me ji hemû kedkarên çapemeniyê heye ku bi dengek bilin û bi biryardariyek bi hêz kiryarên li ser rojnamevanan vebêjin û bikaribin civakê jî bixin nav tevgerê ku qada hewayî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin qedexekirin da ku komkujiyên hîn mezin çênebin û êşên mezintir neyên jiyîn. Divê em bi weşangeriya xwe civakê bixin tevgerê. Weke civak û gelê kurd jî pêwistî bi seknek bi hêztir heye. Ev roj ne hêsane ku em çalekiyek bikin û bisekinin, em bîr nekin êrîşek topyekûn li ser gelê me heye, ji lewra divê em her roj li ser piyan bin û rola xwe li her aliyên dinyayê bileyîzin. Çawa topyekûn êrîş heye, divê xebatek topyekûn bimeşînin. Ji bo beşdarbûnek pêk were û  em van êrîşan bidin rawestandin, erkek pir mezin dikeve li ser rojnamevan, gelê kurd û dostên wan.”