Namzetên Hevserokên Giştî yên HDP’ê diyar bûn

Di kongreya ku wê dawiya hefteyê pêk were de dê hevserokên HDP’ê jî biguherin. Namzetên Hevserokatiyê yên nû dê Sultan Ozcan û Cahît Kirkazak bin.

Enqere – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê Kongreya xwe ya Awarte di 27’ê tebaxê de roja yekşemê li Navenda Bazirganiyê ya Dunya ya li Enqereyê li dar bixe. Hûrguliyên kongreyê jî diyar bûn. Her wiha di kongreyê de dê rêzikname jî were guhertin û hejmara Meclisa Partiyê dê bê kêmkirin. Li gorî vê yekê endamên Meclisa Partiyê ku niha 100 kes in dê dakeve 50 kesî. Wê kongre ji çapemeniyê re vekirî be û hevserokên heyî Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan jî dê di kongreyê de amade bin. 

Li aliyê din hat zanîn ku endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP’ê Sûltan Ozcan û endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Çep a Kesk Cahît Kirkazak bûne namzetên Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê.