Zara Mihemedî xelata Cemal Nebez girt

Ji ber hewldan û xebatên Zara Mihemedî ji bo parastina zimanê Kurdî hêjayî xelata rêkxirawa Cemal Nebez hat dîtin.

Navenda Nûçeyan – Roja 3’yê Kanûnê li bajarê Berlîn yê Elmanyayê xelata sala 2023’yan ya Cemal Nebez ku her dû salek carekê tê dayîn pêşkêşî mamostaya zimanê Kurdî Zara Mihemedî hat kirin. Xelat ji ber hewildan û xebatên Zara Mihemedî yên ji bo parastina zimanê Kurdî hat dayîn.

Mamostaya zimanê Kurdî Zara Mihemedî ya ji Rojhilatê Kurdistanê sala borî ji aliyê dadgeha rejîma Îranê ve 5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Lê piştre ber efuya giştî ket û hat berdan.