YRJ’ê bi boneya 4’emîn salvegera xwe daxuyanî da

Yekîtiya Ragihandina Jin bi boneya 4’emîn salvegera xwe daxuyaniyek da û got: “. Ancak bi derxistina heqîqetê wê civakek azad û demokratîk bê avakirin. Ji bo wê di serî de divê jinên rojnameger bibe dengê vê heqîqetê û ji bo derxistina wê têbikoşe.”

Navenda Nûçeyan – Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 27`ê Hezîrana 2020’an de hat avakirin bi boneya salvegera xwe ya 4’emîn daxuyaniyek niviskî da.

Daxuyaniya YRJ’ê wiha ye:

“Salvegera 4’an a damezrandina Yekitiya Ragihandina Jin YRJ’ê di serî de em li tevahî rojnamevanên jin, şopdarên heqîqetê, kedkarên çapemeniya azad pîroz dikin. Tevahî rêhevalên xwe yên di oxira rastiyê de canê xwe feda kirin bi bîr tînin.

Li Kurdistan û cihanê jinên rojnameger bi pênûs û kamareyên xwe rastî û hovitiya li dijî jin, civakê tê pêk anîn derdixîne holê. Yên vê rastiyê ji cihanê re radigihînin, heman demê qehremanî û pêşengiya jinên têkoşer jî heta vê kêliyê jî vedibêjin. Pergala netew-dewletê di serdemê de ji bo hebûna xwe mayîn de bike polîtîkayên şerên taybet ên talan, qirkirin, kuştin, parçekirin, dagirkeriyê û binpêkirina mafan wekî rêya xwelasiyê dibîne. Desthilatdariya yekdestî, nîjatperestî û rageşiyê di nava civakê de ava dike. Ev jî bi xwe re qeyran, şer û aloziyên kurevî tîne. Bingehê tevahî şeran jî ji holê rakirina hîmê civakê yê demokratîk e. Îro roj rojnamegerên azad li dijî her cure bipêkirin bi têkoşîn û bedeldayînê rastiyê radixîne ber çavan.

‘Ragihandina jina azad xwe li ser xeta Gurbetellî Ersoz û Sakîneyan bi rêxistin kir’

Şerê cihanê yê sêyemîn xwe li ser hişmendiya zayendperestî bi rêxistin kiriye. Ev rastî di şerê li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cihanê rû didin radixe ber çavan. Bedelê herî giran jî jin û zarok didin. Tevahî dezgehên ragihandina desthilatê bedena jinê wekî meta kirine, vîn û hebûna wê tune dikin. Li dijî pergala netew-dewletê, bi hişmendiya jina azad rêxistinkirina jin û civakê wê dawî li vê destilatê bîne û serkeftina xwe mîsoger bike. Çapemeniya azad li dijî vê desthilatdariyê dikare bibe kelehek li dijî hişmendiya mêr ku îro nirxên civakê binpê dike. Ev rastî di Kurdistanê de bi awayek şênber tê dîtin.

 Ragihandina jina azad xwe li ser xeta Gurbetellî Ersoz û Sakîneyan bi rêxistin kir, bu cihê rûnîkirina rastî û bilindkirina têkoşînê. Ragihadina jina azad, di nava têkoşînek dijwar de li ber xwe dide. Li hember hovitiya pergala zayendperest dibe mewziyek xurt a heqîqetê.

‘Bi pênûs û kamara xwe, pêşengî ji şoreşa azadiyê re kirin’

Bi çirûska şoreşa Rojava- Bakur û Rojhilatê Suriyê re, jinan di nava refên têkoşînê de cih girtin. Yek ji van refan jî qada çapameniya azad bû. Jinan xwe di vê qadê de bi rêxistin kirin û xwestin bibin reng û dengê xwe. Bê ku gav paşde bi avêjin, bi pênûs û kamara xwe, pêşengtî ji şoreşa azadiyê re kirin. Agirî Yilmaz, Eylul Nûhilat, Nûjiyan Erhan, Dîlişan Îbîş, Deniz Firat,  Dilovan Gever di oxira heqîqetê de li hember hovîtiya DAIŞ û dagirkeriya dewleta Tirk  şer kirin, bûn sembola ked, fedekarî û fedayîtiya çapemeniya azad. Nameya wan rojnameger û têkoşeran ji me tevahî jinên rojnamevan re, bangeke ku me ber bi serbilindbûnê ve dikêşin. Armanc û hêviyên wan ew bû.

Li ser bingehê vê bangê weke rojnamegerên jin li Bakur û Rojhilatê Suriyê me di 28’ê Hezîrana 2020’an de xwe bi navê Yekitiya Ragihandina Jin YRJ ragihand. Di salvegera 4’an a rêxistinkirina xwe de weke YRJ soza dewamkirina şopa heqîqetê didin. Em ê li hember her cure pergala zayendperest, dagirker, tundraw ku civakê, xwezayê û dîrokê qirdike têkoşîna xwe xurt bikin. Li dijî her cure ferasetên rastiyan berevajî dike, dibe zimanê desthilatê,nasname, vîn, hebûna jinan ji nedîtî ve tê, xeta berxwedanê bilind dike. Azadiya jin û gelan ji bo xwe dike bingehê serkeftinê û bi wî rengî xebat dide meşandin. Weke rojnamevanên jin li dijî her cure zor û zehmetiyên ku em pêre rû bi rû dimînin, pênûs û kamareyên xwe zêdetir xurt bikin. Li hember zimanê zayendperest, reng û dengê zimanê jina azad derxinin asta herî bilind.

‘Vê xeta pîroz a berxwedanê bilind bikin’

Bi vê bûneyê em vê rojê di serî de li şopdarê mezin ê heqîqetê Rêber Apo, rojnamevanên ku ji ber rastî derxistine holê ê li pey heqîqetê derketine û niha dîlgirtîn e û tevahî rojnamgeran pîroz dikin. Bang li tevahî jinan jinan dikin ku sistema xweparastin û rêxistinkirinê xurt bikin. Em tevahî jinan vedixwînin ku vê xeta pîroz a berxwedanê bilind bikin. Ancak bi derxistina heqîqetê wê civakek azad û demokratîk bê avakirin. Ji bo wê di serî de divê jinên rojnameger bibe dengê vê heqîqetê û ji bo derxistina wê têbikoşe.”