‘Nexweşxaneyên li Xezayê wê di nava 48 saetan de ji xizmetê derbikevin’

Li Xezaya ku dorpêça Îsraîlê berdewam dike, ji ber xilasbûna sotemeniyê hat ragihandin ku di nava 48 saetan de wê nexweşxaneyên li derdorê û îstasyonên oksîjenê xebatên xwe rawestînin. Banga mudaxeleya demildest li saziyên navneteweyî hat kirin.

Navenda Nûçeyan-  Wezareta Tendirustiyê ya li Zîvala Xezayê di daxuyaniya nivîskî ya weşandî de diyar kir ku ji ber Îsraîl destûr nade sotemenî bikeve Zîvala Xezayê, ji bo xebitandina jeneratoran sotemeniya pêwîst ber bi xilasbûnê ve diçe.

‘Tevî tedbîran sotemenî ber bi xilasbûnê ve diçe’

Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku nexweşxane, navendên tendirustiyê û îstasyonên oksîjenê yên li giştî Xezayê mane di encama xilasbûna sotemeniya pêwîst de wê di nava 48 saetan de ji xizmetê derbikevin, hat ragihandin ku tevî wezaretê tedbîrên baş ji bo bikaranîna sotemeniyê girtine jî sotemenî ber bi xilasbûnê ve diçe.

 Bang li saziyên navneteweyî hat kirin

Di daxuyaniyê de bang li hemû saziyên mafên mirovan û navneteweyî hat kirin ku ji bo nexweşxaneyên li Xezayê ji derveyî sotemeniya pêwîst, ji bo peydakirina jenerator û parçeyên wê mudaxeleya demildest bikin.

Di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha li ser Zîvala Xeza berdewam dikin de herî kêm 15 hezar û 694 jê zarok, 10 hezar û 279 jin jî di nav de 37 hezar û 834 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan, 86 hezar û 858 Filistînî jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku hê di bin xirbeyan de û li ser riyan cenaze hene.