‘Meşa rêzgirtina li îradeyê’ ji Stenbol û Îzmîrê ber bi Colemêrgê ve destpê kir

“Meşa rêzgirtina li îradeyê” ya li dijî tayînkirina qeyûma şaredariya Colemêrgê ji Stenbol û Îzmîr heta Colemêrgê destpê kir. Peyama bi yekgirtina hemû gelan li dijî xespkirina qeyûmê bilindkirina têkoşînê hate dayîn.

Navenda Nûçeyan- Li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê, bi pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) “Meşa rêzgirtina li îradeyê” ku ji Stenbol û Îzmîrê heta Colemêrgê bê li darxistin dest pê kir. Li Stebolê Parlamenterên DEM Partiyê Çîçek Otlu û Alî Bozan jî di nav de, gelek kes di saetên serê sibehê de li pêşiya Rêxistina DEM Partî ya Kadikoy a Stenbolê hatin gel hev. Meşvanan pêşmalkên “Qeyûm bicehime” li xwe kirin û beriya bi rê kevin daxuyanî dan.

‘Bi yekbûna hemû gelan em têkoşînê mezin dikin’

Parlamentera DEM Partî  Çîçek Otlu di daxuyaniyê de wiha got: “Di berxwedana Wanê de me kurdan û gel, kedkar û tevgerên çepgir ên Tirkiyeyê nîşanî rejîma faşîst a AKP’ê da ku em ê bi tu awayî serî li ber wan netewînin. Piştî tayînkirina qeyûm, me Nobeta Edaletê ya bi dirûşma ‘Stenbol ji bo Colemêrgê li ser pêya ye’ da destpêkirin û ev nobet roj bi roj mezintir dibe. Ji Stenbolê heta Amed û Îzmîrê, ji Îzmîrê heta Samsun û Şirnexê, tevahiya gelan dibin yek û li dijî xespa qeyûmên rejîma AKP’ê têkoşînê mezin dikin.”

‘Ji bo parastina mafê xwe yê jiyan û îradeya xwe em di meşin’

Çîçek Otlu, bal kişand ser meşa ku dê ji Stenbolê heta Colemêrgê li dar bixin û wiha got: “Ev meşa edaletê tê wateya qebûlnekirina xespkirina îradeya gelê kurd. Ev meş, xwedîderketina li ked û azadiya xwe ye. Ev meş, bersiveke li dijî rejîma AKP’ê ye ku li Kurdistanê daristanan dişewitîne. Em ji bo parastina mafê xwe yê jiyanê ji Stenbolê ber bi Colemêrgê ve dimeşin. Em bi xwe dê hevşaredarên xwe hilbijêrin. Dê meşa me ya edaletê bidome, qeyûm dê biçin û em ê bimînin. Bijî têkoşîna yekbûyî.”

Piştî daxuyaniyê girseyê dirûşmên “Dê qeyûm biçin em ê bimînin” û “Bijî berxwedana Colemêrgê” berz kirin. Piştre jî 10 kesên di baskê meşê yê Stenbolê de cih digirin, ji hêla partiyiyan ve ber bi Colemêrgê ve hatin birêxistin. Kom dê li her bajarê bi tevlibûnên nû meş wê berdewam bike.

Meşvanên herêma Ege li Îzmîr hatin ba hev

Meşvanên li Herêma Egeyê jî li Îzmîrê li pêşiya Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a hatin ba hev. Di daxuyaniya beriya  meşe hatî dayîn de pankarta “Şaredarî yên me ne, ne ji qeyûman re” hate hilgirtin û dirûşma “Bijî berxwedana Colemêrgê” hate berzkirin.

 Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Mehmet Kuruş di daxuyaniyê de axivî û got ku dê AKP neçar bimîne ku li hemberî berxwedana gel a biisrar paşvegavê biavêje.

‘Qeyûm ne tenê li beramberî gelê Kurd e’

Mehmet Kuruş da zanîn ku bi hincetên çêker û delîlên sexte, hevaşerdarê me yê bi îradeya gel hatiye hilbijartin hate girtin û wiha got: “Xwestin îradeya xelkê Colemêrgê xesp bikin. Xuyaye ku desthilata AKP’ê dê vê polîtîkayê belav bike. Qeyûmê li Şaredariya Colemêrgê hatiye tayînkirin, ne tenê êrişeke li dijî gelê kurd e.” Mehmet Kurus destnîşan kir ku polîtîkayên qeyûm, darbe ye û ev tişt got:

“Ji bo cîbicîkirina azadî, demokrasî û aştiyê divê pêvajoyeke têkoşînê dest pê bike. Meşa ku em ê îro bidin destpêkirin, ‘meşa rêzgirtina li îradeyê ye.’ Meş dê li her aliyê Tirkiye û Kurdistanê bê lidarxistin. Armanca meşê ew e ku darbe bên berterafkirin û rêz ji bo îradeya gel were girtin.”

Piştî daxuyaniyê meşvan bi çepik, tililî û dirûşman ji bo bi meşvanên ji Stenbolê di meşin bigihin hev ber bi Enqereyê ve hatin rêkirin. Di nava meşvanên ku ji Îzmîr ketine rê Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Vezan Karabulut, Hevseroka DEM Partiyê ya Mûglayê Neslîşah Çetînkaya û Parlamentera Îzmîrê Burcugul Çubuk cih digrin.