Jina ku li Dihokê hat şewitandin jiyana xwe ji dest da

Şeva 26’ê Hezîranê jina ku li Dihokê ji aliyê birayê xwe ve hatibû îşkencekirin û şewitandin û bedena wê ji sedî 80 şewitîbû rakiribûn nexweşxaneyê, îro jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Li herêma Kurdistanê bûyerên qetilkirin û tundiya li hemberî jinan zêde bûye, ji ber polîtîkayên bêcezakirinê, bûyerên qetilkirin û şewitandina jinan zêde dibin. Di van demên dawî de bûyerên şewitandina jinan jî dubare dibe. Herî dawî şeva 26’ê Hezîranê li taxa Malta ya Dihokê Kofan Nurî Tahir a 35 salî ku dayika sê zarokan bû, di mala xwe de ji aliyê birayê xwe ve hat îşkencekirin û şewitandin. Kofan Nurî ku ji sedî 80 bedana wê şewitîbû, rakirin nexweşxaneyê, îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Serê meha Hezîranê jî jinek bi heman awayî rastî êrîşê hatibû

Hêjayî bibîrxistinê ye ji destpêka meha Hezîranê ve bûyerek bi heman rengî li bajarê Silêmaniyê rûdabû. Di 6’ê Hezîranê de jineke ciwan a bi navê Avan Ceza ya 17 salî ya ducanî ji aliyê mêrê ku pê re zewicîbû ve hat şewitandin û ji ber giraniya birînê jiyana xwe ji dest dabû.

Ji destpêka salê ve li bajar û navçeyên cuda yên Herêma Federal a Kurdistanê 30 bûyerên qetilkirin û  mirina bi guman ên jinan rûdan.