Hevdîtinên hevşaredar Viyan Tekçe li Stenbolê berdewam dikin

Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe li Stenbolê bi rojnamevanan re civiya û peyam da ku li dijî tayînkirina qeyûman mezinkirina piştevaniyê pêwîst e.

Navenda Nûçeyan- Şandeyeke ku ji hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe û şandeya pê re pêk tê, li dijî tayînkirina qeyûm hevdîtinên xwe yên li Stenbolê berdewam dike. Viyan Tekçe duh beşdarî mitînga li qada Kartala Stenbolê ya Hêzên Ked, Aştî û Demoqrasiyê bû, îro jî bi rojnamevanan re hat ba hev.

‘Pêwîstî bi yekitiyek bi hêz heye’

Endama Meclisa DEM Partiyê Aylîn Hacaloglu di hevdîtina bi rojnamevanan li Hewldana 78’an a li Şîşliyê de axivî û kesên ku di komkujiya Sêwazê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Aylin Hacaloglu diyar kir ku der barê xespa qeyûmê li Colemêrgê de li wê derê bûne û bi bîr xist ku hewldana tayînkirina qeyûm li şaredariya bajarê Mezin a Wanê bi saya berxwedana gel hat astengkirin. Aylîn Hacaloglû anî ziman ku li dijî tayînkirina qeyûm pêwîstî bi yekitiyek bi hêz heye.

‘Tevî zextan gel îradeya xwe derxist holê’

Piştre hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe axivî û diyar kir ku piştî tayînkirina qeyûm, destûr nehatiye dayîn ew bikevin şaredariyê û ev tişt got:

“Şaredariya Colemêrgê di demên berê de şaredariyek e xwedî hêz û bandor e. Dewleta ku vê dizane û waliyê Colemêrgê beriya hilbijartinê li gel AKP’yan dem bi dem bertîl daye gel û xwestiye vîna gel îpotek bike. Walî tevî AKP’iyan mal bi mal geriya û deng xwest. Tevî vê jî xelkê bajar îradeya xwe nîşan da. Lê desthilatdariya AKP’ê ji vîna gel re rêzê negirt û qeyûm tayîn kir.”

Viyan Tekçe destnîşan kir ku gel li dijî tayînkirina qeyûm berxwedana xwe didomîne û wiha got: “Bi heman awayî gelên Tirkiyeyê li gelek bajaran çalakî û xwepêşandan li dar xistin û piştgirî dan me. Ji bo vê em spasiya hemû hêzên demokratîk dikin.” Viyan Tekçe piştî axaftina xwe bersiva pirsên rojnamevanan da.

‘Ji bo em dengê xwe bidin bihîstin em hatin vê derê’

Der barê pirsa armanca hatina Stenbol de, Viyan Tekçe ev bersiv da: “Bajarê herî zêde li dijî sepanên dijdemokratîk ên Tirkiyeyê dengê xwe derdixe Stenbol e. Ji ber wê em hatin vê derê. Bi taybetî jî me xwest dengê xwe bi hêzên demokrasiyê û cîhanê bidin bihîstin. Ji bo bidawîkirina rejîma qeyûm a îqtîdarê û têkoşîna hevpar a bi gelên Tirkiyeyê re em hatine vê derê. Em dixwazin bibêjin ku rejîma xespkar û diz qebûl nakin. Şaredarî malên gel in. Gel jî xwedî li mal û partiya xwe derdikeve. Her wiha meşa ji Stenbolê ber bi Colemêrgê ve ji bo me gelek girîng e. Nîşan dan ku partiya me bi tenê nehiştin.”

‘Mafê jinan ê bijartin û hilbijartinê hat binpêkirin’

Viyan Tekçe anî ziman ku divê tu kes li dijî derhiqûqiyan bêdeng nemîne û wiha domand: “Em dibînin ku desthilatdariya AKP’ê di hiqûqê de cotstandardiyê dike. Heke der heqê hevşaredaran de biryarek were dayîn, hevşaredar ji hêla endamên meclisê ve tên hilbijartin. Lê dewlet li şûna vê bike, qeyûm tayîn kir û xesp kir. Derhiqûqiyên heyî tenê bi vê bi sînor nîn in. Ez hevşaredara Colemêrgê me. Bi tayînkirina qeyûm re hem mafê min ê bijartin û hilbijartinê hem jî yê jinên Colemêrgê hatiye binpêkirin.”

‘Hiqûqa li Antalyayê li Colemêrgê pêk nayê’

Endamê Meclisa Şaredariya Colemêrgê Necîp Coşkun jî wiha got: “Di vê pêvajoyê de cihê ku herî zêde piştevaniya me kir Stenbol e. Hevdîtinên ku em li vir dikin, liv û tevgereke li dijî rejîma qeyûm û xurtkirina xeta têkoşînê ye. Hemû xebatên me yên endamên meclisa şaredariyê ji hêla qeyûm ve tên astengkirin. Hiqûqa ku li Antalyayê heye li Colemêrgê nayê pêkanîn.”

Endama Meclisa Şaredariya Colemêrgê Evîn Tan jî got ku armanca wan a hatina Stenbolê ew e ku piştevaniyê mezin bikin û da zanîn ku dê hevdîtinên wan bidomin.

Viyan Tekçe û şandeya pê re, piştre bi hêzên Ked, Aştî û Demoqrasiya Stenbolê re hatin ba hev.