Destûr hate dayîn ku sektorên taybet dibîstanan vekin!

Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya Tirk (MEB) bi ‘Rêziknameya vekirin û girtina saziyan’ re destûr da sektorên taybet, kargeh û tesîsan ku navendên perwerdê vekin.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) rêziknameyeke nû derxist ku di perwerdeya pîşeyî û teknîkî de bandora sektora taybet zêde dike û destûr hat dayîn ku sektorên taybet, kargeh û tesîsan ku navendên perwerdê vekin.

Li gora guherîna di rêveberiya girtin û vekirina saziyan ya MEB ku di rojnameya fermî de cih girtî; sazî, dezgeh û kargehên ku protokola bi wezaretê re îmze kirine dikarin li febrîqe, tesîs, Herêmên Pîşesaziya Organîze (OSB) û navendên hilberîn “navendên perwerdeyê” vekin.

Ev guherîn wê zarok bikarin weke hêza kar a erzan  bên xebitandin!