Yek ji jinên şoreşê Gulîstan Elî: Şoreşa Jinê bû nimûne

Endama Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Gulistan Elî ya yek ji pêşengên Şoreşa Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ye behsa beşdarbûna xwe ya şoreşê kir.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo - Her kes behsa Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û avakirina projeya netewa demokratîk ku jin pêşengiya wê dikin dike. Jinan erka guhertina hişmendiya mêr û avakirina jiyana azad û wekhev û cîhana ku mafên jinan tê de neyê çewisandin, ji erkên xwe yên bingehîn dîtin û bi vê prensîbê dest bi rêwîtiya ji bo azadiyê kirin.

Endama Desteya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulistan Elî ku yek ji jinên pêşeng ê Şoreşa Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ye behsa beşdariya xwe ya ji Şoreşa Jinê re kir. Gûlîstan Elî ya bal kişand destkeftiyên ku jin bi pergala Netewa Demokratîk bidest xistine got ku “Bi hêza jinên pêşeng û civakê, em bi hev re dikarin gelek serkeftinên mezin bi dest bixin.”

Meşa ku bi pêldayîna şoreşê re destpê kir

Gulistan Elî ya 34 salî dayika ciwanê 4 salî ye. Bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê ye lê niha li bajarê Qamişlo ê Herêma Cizîrê tevî malbata xwe dijî. Di sala 2006'an de beşa civaknasiyê li Zanîngeha Helebê bi dawî dike. Niha jî di gel karê xwe yê rêxistînî û rêveberî li Zanîngeha Rojava sala sêyemîn beşa hiqûqê dixwîne. Sala 2013'an wekî yekem erk di nava şoreşê de cih digre. Têkiliyên wê bi Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê re çêbûn, di rêxistinkirina Saziyên Civaka Sivîl (SCS) de wekî rêveber û paşê wekî hevserok tê erkdarkirin. Di Şaredariyên gel, saziya mafên mirovan û rêxistinên jinan de pêşengî kiriye. Gulistan Elî berî 8 mehan wekî endama Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, hatiye erkdarkirin.

‘Bi pirsa ‘ez dixwazim ji bo civakê çi bikim’ min dest bi xebatê kir’

Gulistan Elî bi gotina xwe vegeriya beriya 11 salan û got ku vekişîna hikûmeta Şamê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hişt ku barê parastin û rêvebirina civakê bigrin ser milên xwe û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Li Sûriyeyê krîz dest pê kir, hikûmeta Şamê ji herêman vedikişiya êdî civak bi tenê bê parastin û rêveberî ma. Siyaseteke wiha li Sûriyeyê dihat meşandin ku civak wekî laşekî bê rih dihate hiştin, civak bi zanebûn felc kiribûn. Di vê valatiyê de, yekîneyên parastinê û sazî û dezgehên rêxistinî hatin avakirin ku jinan pêşengî ji wan re kir. Dema ku min tevger û têkoşîna jinên pêşeng dît li ser kesayeta min bandoreke mezin çêkir. Pêşengiya me jî ji şoreşê re bi dildariyeke mezin, hezkirineke bêsînor û armancên stratejîk bû. Bi pirsa ‘ez dixwazim ji bo civakê çi bikim’ min dest bi xebatê kir. Di van salên şoreşê de, min gelek erkên rêxistinî û rêveberî girtin."

Fikra ‘azadiya Kurdistanê’

Gulistan Elî di serdemeke ku pêşî li jinan tê girtin de dijî lê ew nepejirîne û wiha behsa têkoşîna li hember hişmendiya baviksalarî dike: "Ji min re, firîna ji nav malbatê pir zor bû. Dapîrê min berovajî bavê min bû, pir astengî derdixistin. Lê dayik û bavê min her dem dixwestin her 7 keçên wan herî jîr, zana û pêşketî bin. Dema ku derfet hatin avakirin, me hewl da em vê fersendê bi kar bînin. Di şexsê malbat û eşîrê de keça ku ev qalib şikand jî ez bûm, min destpê kir û êdî rê vebû. Bêguman, gotin niha hêsan e lê zor û zehmetiyên wê jî pir bûn. Lê ji ber piştgiriya dayik û bavê min û naskirina wan fikrên tevgera azadiya Kurdistanê êdî ez meşiyam, min li dû xwe nenihêrî û li tiştekî nezivirîm, min rêwîtiya xwe berdewam kir û çi xebat li ku derê hat xwestin ez amade bûm."

Pergala hevserokatiyê

Gulistan Elî bal kişand ser sîstema hevserokatiyê ku wekî modeleke nû li Rojhilata Navîn bi pêş dikeve û wiha anî ziman: "Li jinan wekî asta duyemîn û sêyemîn dihat nihêrîn lê dema ku sîstema hevserokatiyê hat pêşxistin, jin bûn xwedî biryar û însiyatîf, ev yek tiştekî nû mezin bû. Ji yên ku zehmetiyên pêkanîna vê sîstemê kişandin jî yek ez bûm. Heta roja îro, hin mêr hene sîstema hevserokatiyê wekî sîstem qebûl dikin lê di pratîkê de ev tune ye, jinekê li kêleka xwe bibînin bûye xwedî biryar û însiyatîf napejirînin. Xwe îqna nekirine û bi gelek rê û rêbazan xebatên ku me pêşengî ji wan re dikir dixwestin bê encam nîşan bidin. Hemû hewldanên xwe dikirin da ku lêvegera biryaran mêr be. Heta niha ji bo avakirina civakeke demokratîk û têkoşîna ji bo guherîna hişmendiyê û wekheviya di navbera her du zayendan de didome û jin vê dikin."

Di şoreşê de avakirina kesayetê

Gulistan Elî di avakirina kesayet û sekna xwe de ev tişt anî ziman: "Baştirîn tişt di şoreşê de avakirina kesayetê ye. Min berê hîs dikir ku enerjiya min zêdetir e lê nizanibûm çawa bi kar bînim. Rûtîna jiyana me, nedibû alîkar ez fikrên xwe parve bikim an jî pêk bînim. Tişta heyî adet û kevneşopiyên civakî bûn û em jî di nava wê xelekê de bûn, wekî qefeseke asîmanê wê vekirî ye lê tişta ku me dikir sînordar bû. Şoreşê ew derfet da min ku tişta dixwazim bikim, min pêk anî û bi gotina xwe kir. Ez dikaribûm fikrên xwe bi xwişk û civaka xwe re parve bikim û wateyê bidim hin hest û fikrên xwe. Tiştên ku ez dixwazim bi pêş bixin pir mezin in, em dikarin derfetên wê jî ava bikin. Bi hêza jinên pêşeng û civakê, em bi hev re dikarin gelek serkeftinên mezin bi dest bixin."

Di sedsala 21’an de mînakek dîrokî: Şoreşa Jinê

Gulistan Elî got ku dibe şoreşên di sedsala 21'ê de pêk hatine şoreşa jinê ya herî girîng be û wiha pêl da gotinên xwe: "Ne tenê di Rojhilata Navîn de, di tevahî cîhanê de şoreş û projeya me bûye nimûne û bi şeklekî ne normal li derve deng vedaye. Hatina rojnamevan û derhêneran ji derve ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çêkirina belgefîlman û belgekirina berxwedana jinan û vê civakê, rastiya balkêşbûn û bandora şoreşa me tîne ziman. Terora ku cîhanê hemû xistibû metirsiyê û şikandina wê li ser vê axê di vê sedsalê de, serkeftineke dîrokî ye ku tu hêzê nikaribû tiştekî wiha bikira.”

Pergala Netewa Demokratîk

Gulîstan Elî bal kişand destkeftiyên ku bi pergala Neweta Demokratîk di bin sîwana Rêveberiya Xweser de hat avakirin û axaftina xwe wiha domand: “Di wextekî de ku li parêzgehên Sûriyeyê hikûmeta Şamê û opozîsyon şer dikin îlankirina Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, serkeftina projeya me dide eşkerekirin. Ev jî di têkiliyên me bi welatên din re, xwe dide der. Şoreşa ku di sedsala 21'ê de bi dilxwazên azadî û demokrasiyê ku wê bibe dîrok, şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ez ji vê ne bi guman im ku, şoreşa me wê bibe nimûne ji hemû sedsalên paşerojê re. Ji şoreşên ku heya niha pêk hatin zêdetir wê bibe nimûne û nifşên nû bikevin pey wê û lêbikolin wê ya jin û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be."

'Em dikarin biguherînin'

Gulistan Elî bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Divê kesên azadîxwaz û demokrat destek bidin şoreşa ku jin pêşengên wê ne. Ji bo ku em meşa xwe ya di guhertina hişmendiya civaka rojhilatî de û avakirina sîstemeke demokratîk de bidomînin û bi bandor bin. Em wiha bikin ku destên desthilatdar û xwediyên hişmendiya baviksalarî ji nav xwîna jinan bikşînin û bihêlin ku jin bêhnê bigrin. Em hene, em dikarin biguherînin, bi hevgirtin û yekitiya jinan em ê bikaribin siberojeke azad ji jinan re ava bikin."