Xwişka Rojîn Kabaîş: Em bawer nakin xwe kuştibe
Xwişka Rojîn Kabaîş Elîf Kabaîş bal kişand ser pirsên der barê Rojbîn Kabaîş ên bê bersiv mane de û got: “3 sal ji bo zanîngehê xwe amade dikir. Nabe ku piştî 2 rojan xwe bikuje.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Cenazeyê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaiş a ku li Yurda Keçan a Seyîd Fehîm Arvasî ya Wanê dima û di 27'ê Îlonê de winda bû, 18 roj şûnde li peravê Taxa Molla Kasim hat dîtin. Di cenazeyê Rojîn de şopên lêdanê hatin tesbîtkirin. Ji bo lêpirsîna ku hat destpêkirin ji aliyê dozger ve biryara veşartî hat dayîn. Biryara veşartî ya li ser dosyayê berdewam dike, piştî ku rapora Tiba Edlî derket bûyer weke “întihar” hat nîşandan û hat xwestin ku ser were girtin. Lê hê jî gumana ku dibe Rojîn hatibe qetilkirin heye.
Gelek pirs bê bersiv mane
Di dîmenên Rojîn ên dawî de tê dîtin ku bi telofonê diaxive. Li gorî malbata Kabaîş ku ji bo tesbîtkirina cenaze çûn nexweşxaneyê; di ling, qirik û pişta wê de şopên lêdanê hebûne. Li aliyekî din di DNA’yê de mînaka du mêran hat tesbîtkirin lê derneket holê ku ew DNA aîdê kê ne. Hê jî bersivên van pirsan nehatine dayîn. Malbata Rojînê jî bawer nake keça wan xwe kuştibe.
Xwişka Rojîn Kabaîş, Elîf Kabaîş û Endama Lijneya Rêveber a Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê parêzer Fatma Ulgen ku ji roja ewil ve dosyayê dişopînin, xwestin biryara veşartî bê rakirin û lêpirsîn bi awayekî zelal bê meşandin.
‘Rêveberiya yurdê û hevala wê agahî nedan’
Elîf Kabaîş diyar kir ku xeyala Rojînê ya herî mezin çûndina zanîngehê bû, dema çûye zanîngehê jî di rê de pir bi kêfxweş bûye. Elîf Kabaîş got ku kesek bi vê kêfxweşiyê çûbe zanîngehê îhtîmal nîn e ku xwe bikuje. Elîf Kabaîş di dewama axaftina xwe de diyar kir ku şevek beriya Rojîn winda bibe pê re axiviye û piştî wê tu agahî jê negirtiye. Her wiha destnîşan kir ku piştî winda bûna Rojînê, yurdê piştî 18 saetan agahî daye malbatê û diyar kir ku ji ber agahiya dereng lêgerînê di demê de dest pê nekirine. Elîf amaje bi vê yekê kir ku ne rêveberiya yurdê ne jî hevalên wê tu agahî nedane wan.
Elîf Kabaîş got ku rêveberiya yurdê ji vê rewşê berpirsyar e û wiha pê de çû: “Piştî agahiyê windabûnê bavê min ji Elîhê çû Wanê, piştre jî em çûn. Der barê bûyerê de hevalên wê neaxivin, rêveberiya yurdê wan neda axaftin. Tê xwestin ku ev bûyer weke “întihar” nîşan bidin û ser bigrin. Di dosyayê de astengî heye û em nikarin bigihîjin tu agahiyan. Di destên me de tenê rapora ATK’ê heye. Di vê xalê de em bi guman in ku hevalên wê tiştek dizanin. Dema em giştî bûyerê tînin ber çavên xwe, dibînin ku xemsariyek mezin heye. Dema xwendekarek heya seet 23.00 neyê yurdê lê digerin, kes bersiv nede li malbatê digerin. Lê mixabin piştî 18 saetan agahî dan me.”
5 roj piştî windabûnê telefona wê hat vekirin
Elîf Kabaîş bal kişand ku 18 rojan wê her roj peyaman bi telefonê ji xwişka xwe ya mezin re şandiye, peyam berê neçûne û 5 roj piştî windabûna wê peyam hatine xwendin. Elîf Kabaîş wiha got: “Rayedaran ji me re gotin ku telefon di roja heştan de vebûye. Li ser bedena wê şopên derbê hebûn lê newerimîbû. Rayedar ji me re dibêjin ku di roja heştan de telefon vebûye lê em ji peyamên me şandine dizanin ku di roja pêncan de vebûye. Di vî warî de nakokiyên mezin hene.”
‘Nabe ku piştî xeyala wê pêk hat xwe bikuje’
Elîf Kabaîş bi gotinên: “Xwişka min sê salan xwe ji bo zanîngehê amade kir. Nabe ku du roj piştî pêkhatina vê xeyalê xwe bikuje” xwest rastiya bûyerê were zanîn. Elîf Kabaîş axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hewl didin bi nûçe û deliyên cuda bûyerê weke xwekuştinê nîşan bidin û bigrin. Her roj jin tên qetilkirin, ger îro kujerên Rojînê werin dîtin, dê kesên din neyên qetilkirin. Heta ku rastiya vê bûyerê diyar bibe dê têkoşîna me berdewam bike.”
‘Divê lêpirsîn pir bi baldarî û adil were meşandin’
Endama Lijneya Rêveber a Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, parêzer Fatma Ulgen a ku pêvajoyê dişopîne jî got ku divê biryara sînorkirina dosyayê were rakirin. Fatma Ulgen bang kir ku lêpirsîn bi baldarî, adil û bêalî were meşandin û da zanîn ku ew weke komîsyon dosyayê dişopînin.
‘Diviyabû lêpirsîneke bi bandor bihata kirin’
Fatma Ulgen diyar kir ku tenê gihîştine rapora ATK’ê, ji derveyî vê nikarin bigihîjin tu agahiyên din û wiha domand: “Em dizanin ku di lêpirsînê de hinek merhele hatine temamkirin lê hê jî tiştên nediyar hene. Ji ber biryara veşartî, em nikarin naveroka dosyayê bizanibin. Ev yek jî li ser zelaliya dosyayê guman û fikaran zêde dike. Ji roja ku Rojîn windabû ve diviyabû ji aliyê rayedaran ve xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi berfirehî bihatana kirin. Diviyabû ketin û derketina zanîngehê bihata kontrolkirin, li ser gund û mekanên ku guman çêdibûn lêpirsîneke baş bihata kirin. Em hemû jî dizanin ku di demên wiha de her xebat pir girîng e.”
‘Divê dewlet berpirsyariyên xwe bi cih bîne’
Fatma Ulgen dubare bang kir ku dewlet pewirên xwe bicih bîne û her tedbîrê bigre û bal kişand ser polîtîkaya bêcezabûnê. Fatma Ulgen di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Her çendî di raporê de sedema mirinê bi gotinên ‘di avê de xeniqiye’ hatibe diyarkirin jî, fikarên me û malbatê hene. Ji ber dûrbûna di navber cihê lê winda bûye û cihê lê hatiye dîtin, mirov difikire ku bûyer qezayek ji rêzê yan jî xwekuştin nîn e. Divê di pêvajoya lêpirsînê de were lêkolînkirin ka ev dûrbûn xwezayî ye yan na. Peywira bingehîn a dewletê parastina mafê jiyanê ye lê em dibînin ku Peymana Stenbolê ya ji bo parastina jiyanê bû, hat feshkirin. Zagon baş nayên pêkanîn. Tevî van hemûyan jî jin bi polîtîkaya bêcezabûnê re neçar dimînin têbikoşin. Kiryarên ku ji polîtîkaya bêcezabûnê cesaret digrin jî qetilkirina jinan didomînin. Divê dewlet peywirên xwe bi cih bîne û bi her awayî tedbîran bigre.”