Jinên Efganî bertek nîşanî Amîna Mohammed dan

Jinên Efgan bertek nîşanê alîkara Sekreterê Giştî yê NY’ê Amîna Mohammed a gotibû divê mafên jinan di çarçoveya mafên Îslamî de werin parastin dan. Jinan gotin: “Divê qedera jinan nebe qurbanê berjewendiyên dîplomatîk.”

Navenda Nûçeyan – Di 15’ê Tebaxa 2021’ê de de Talîbanê rêveberiya welat desteser kir û yekem jin bûn hedef. Talîbanê di nava sê salan de ji jinan re tiştek nehişt û wan ji qada jiyanê dûr xist, gotinên alîkara Sekreterê Giştî yê NY’ê Amîna Mohammed ên der barê jinên Efganî de ku gotibû “divê mafên jinan di çarçoveya mafên îslamî de werin parastin” rastî betekan hat. Gelek jinên Efganî bal kişandin ku divê Neteweyên Yekbûyî bê şert merc mafên jinan biparêze.

‘Binpêkirin bi hincetên siyasî û exlaqî ye’

Tora hevgirtina jinan got: “Divê Neteweyên Yekbûyî mafên mirovan li ser asta cîhanî û li ser bingehek nirxan biparêze. Nêzîkatiya girêdana parastina mafên jinan bi bawerî û kevneşopiyek re, binpêkirina hincetên siyasî û exlaqî yên vê rêxistinê ye.”

'Divê tedbîrên lezgîn bên girtin'

Li ser gotinên alîkara Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Amîna Mohammed Tevgera Azadî ya Efganistanê ji civaka navneteweyî û rêxistinên navneteweyî xwest ku ji bo bidestxistina mafên jin û zarokên keç tedbîrên cidî û lezgîn bigrin.

Aktîvîsteke jin a Efganî got: “Nabe çarenûsa jinên Efgan bibe qurbana dîplomasî û berjewendiyan. Li dijî mafên bingehîn ên nîvê nifûsa Efganistanê divê tu peyman û lihevkirinek neyê kirin."

Aktîvîsteke din a jin jî got: "Nabe emr û fermanên Îslamê bi awayekî eşkere bên berovajîkirin û li dijî binpêkirina mafên mirovan divê helwest werin nîşandan.”