Foruma şêwrê bi tevlibûna 500 jinan dest pê kir

Ji bo nîqaşkirina rewşa Sûriyeyê û rola jinan di avakirinê de, îro bi dirûşma “Bi hevgirtina jinan em ê Sûriyeya demokratîk ava bikin” foruma şêwrê ya yekem bi tevlibûna 500 jinên ji hemû rêxistinên jinan, partiyên siyasî û jinên rewşenbîr dest pê kir.

Hesekê- Foruma ku bi dirûşma “Bi hevgirtina jinan em ê Sûriyeya demokratîk ava bikin” bi tevlibûna hemû rêxistinên jinan, partiyên siyasî, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê û jinên rewşenbîr ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li taxa Giwêran a bajarê Hesekê, kantona Cizîrê dest pê kir. Di Foruma şêwrê de dê jin ji tevahî Sûriyeyê, Laziqiye, Tartûs, Humus û Suweydayê bi Zoomê beşdar bibin.

‘Têkoşîna jinan bi Şoreşa Rojava re deng veda’

Têkildarî Forumê endama koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şîraz hemû tekez kir ku armanc bi lidarxistina Forumê ew e ku çaranûsa jinên Sûriyeyê diyar bikin û wiha got: “Kombûna jinan ji hemû pêkhate, siyasetmedar û rewşenbîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armanca ku hişmendî û fikrên xwe yên azad bigihîjînin her jina li Sûriyeyê tê lidarxistin. Jinên ku li vê derê amade bûne bi salan li dijî hişmendiya baviksalar û desthilatdar, têkoşîn û berxwedanê dan maşendin. Şoreşa Rojava ku xwe dispêre felsefeya Jin, Jiyan Azadî tecrubeyek wê ya bi salan heye. Jin di vê şoreşê de bûn xwedî tecrube,  di warên biryardayînê de, pêşengî kirin û di birêvebirinê de xwedî rol û misyon in. Rola jinan dengvedanek li Sûriyeyê û tevahî Rojhilata Navîn da.

‘Jin di avakirina Sûriyeya nû de xwedî roleke bingehîn in’

Em destkeftiyên şoreşa xwe mîrasekî pîroz dibînin, ev yek dê bikaribe azadiyê ji bo hemû jinan misoger bike. Ji bo wê em li vê derê bi hemû pêkhateyên xwe, partî û rewşenbîran re ne. Her wiha jinên ji bajarên Sûriyeyê dê bi riya Zoomê beşdar bibin û nêrînên xwe ji bo rewşa jinan li Sûriyeyê û rola wan a di avakirina Sûriyeya nû, azad û demokratîk de bilîzin. Lewma em dixwazin gelek biryarên girîng ku tê de çaranûsa jinên li Sûriyeyê bide diyarkirin bigrin.”

Foruma şêwrê, bi nîqaşên li se rewşa Sûriyeyê di vê pêvajoyê de û girîngiya rola jinan û parastina mafên wan di avakirina Sûriyeya nû des pê dike.