‘Li Yemenê çalakvanên jin wenda ne’
Seroka Hevbenda Jinan a ji bo Aştiyê ya Yemenê Nûra El Cerwî ya Yemenê ragihand ku girtiyên jin bi zorê ji aliyê Hûsiyan ve tên wendakirin. Nûra, banga bihîstyariyê kir.
NÛR SERÎB
Yemen – Kiryarên Hûsiyan roj bi roj zêdetir dibin. Herî dawî jî êşa malbata çalakvan Sara El Fayêq ku bi darê zorê ji aliyê Hûsiyan ve hatibû girtin, balê kişand. Beşa dawî ya vê êşê, mirina dayîka Sara bû. Dayîka Sara dema li benda vegera keça xwe bû, di 5’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest da. Sara El Fayêq jî ji Tîrmeha sala 2024’an ve ye ji aliyê Hûsiyan ve hatiye binçavkirin û çarenûsa wê hîn ne diyar e.
Hûsiyan di Gulana 2024’an de dest bi kampanyayek girtinê kir. Hejmarek ji karmnedên jin û mêr ên rêxistinên Neteweyên Yekbûyî, ajansên navnetewî û xebatkarên mafên mirovan, li Senaa û Hedîdê kirin hedefa xwe û heya Hizêrana 2024’an ev pêkanîn berdewam kir. Wezîrê Mafên Mirovan û Karûbarên Yasayî yê Hikûmeta Yemenê ku ji aliyê navnetewî ve hatiye naskirin, di daxuyaniyên berê de diyar kiribû ku hejmara girtiyan gihîştiye zêdetirî 70 kesan. Li gor çavkaniyên mafên mirovan, heta vê kêliyê rêvebera Hevbendiya Aştiya Sivîl Sara el Fayêq, rêvebera bernameyekê li Enstîtuya Demokrat a Amerîkî Rebab Ebd El Qadûs El Medhawî û koordînatora meydanî ya Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a li parêzgeha Hedîdê Semîra Elî Balah, binçavkirî ne.
‘Windabûna girtiyan li dijî peymanên navnetewî ne’
Seroka Hevbenda Jinan a ji bo Aştiyê li Yemenê Nûra El Cerwî diyar kir ku heya vê kêliyê Sara El Fayêq û gelek kedkarên jin di qada mirovî de kar dikirin, li gel Hûsiyan windayî ne û çarenûsa wan ne diyar e. Nûra El Cerwî wiha got: “Malbata Sara gelek êş ji ber girtina wê ya bi zorê dîtin. Herî dawî jî dayîka Sara bi hesreta dîtina keça xwe jiyana xwe ji dest da. Ev yek jî li gel Yemeniyan hêrsek ava kir. Windabûna girtiyan jî li dijî peymanên navetewî û mirovî ne. Divê tevgera civakî bi lez destek bide girtiyan û serbest bên berdan. Tevî domandina şermezarkirina navnetewî û herêmî jî, binpêkirin û girtina xebatkarên civaka sivîl a li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de, ev kiryar berdewam dikin.”