Nameya Zeyneb Celaliyan: Ji Rêber Apo re azadiya bê şert dixwazim
Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan a ku li Îranê ji ber nasnameya wê ya siyasî cezayê muebetê lê hatiye birîn, di nameya ku ji derve re şand de got ku “Bê şert û merc azadiya Rêber Apo dixwazim.”
Navenda Nûçeyan – Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan, ev 17 sal in girtî ye û 4 sal beriya niha sirgûnî Girtîgeha Yezdê kirine. Tevî nexweşînên xwe yên giran jî di bin tecrîdek tund de tê girtin. Zeyneb Celaliyan ku ji derve re nameyek şand, banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Zeyneb bi gotinên wekî “Ji pişt dîwarên zindanê ji hemû azadîxwazan re” dest bi nameya xwe kir û wiha berdewam kir: “Ez Zeyneb Celaliyan, jineke azadîxwaz a siyasî me ku ji bo raman û baweriyên xwe di zindanê de me. Fikrên min ji paradîgmaya fikrî ya Rêber Abdullah Ocalan îlham digire ku ew bixwe jî 26 sal e ji bo fikrên xwe û azadîxwaziyê di esareteke nemirovane de tê girtin. Ez erka bingehîn û ehlaqî ya xwe dizanim ku tevlî wê kampanyayê bim ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê min hatiye rêxistinkirin. Ez azadiya wî ya bê şert û merc dixwazim. Ez wî mezintirîn kesayetê azad yê cîhanê silav dikim ku azadî fêrî min kir, ez azadîyê ji bo wî xwediyê raman û mirovê mezin re dixwazim.”
‘Fikrên wî bûn çirûska di tarîtiyê de’
Zeyneb Celaliyan balkişand ser rewşa ku beriya derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kurd tê de bûn û wiha got: “Dema ku niştimana me Rojhilata Navîn û dilê wê Kurdistan bû goristanek ji miriyên ku li ser piyan in û dimeşin, dema ku kesek xwedî hêza têkoşîn û şerê li hemberî dijminan nebû, bi taybetî di Bakûrê Kurdistanê de rejîma faşîst ya Tirkiyê hebûna Kurdan inkar dikir û ew dikuştin, kesê ku bi tenê li dijî wê dewletê serî bilind kir, Rêber Abdullah Ocalan bû. Bêguman fikrên wî di tarîtirîn dema dîroka Tirkiyê de yekane çiraya ronîker ya rêya azadiya gelê Kurd û gelên din ên herêmê bû. Dema ez bi jiyana wî difikirim, dilê min dêşe ku çima cîhanê ew dereng fam kir. Wî dest ji hemû ciwanî, azadî, malbat û hemû peywendî û girêdanên kevneşop berda û bi pênasekirina nû ya wan têgînan hewl da ku gelê Kurd û gelên dîtir bigihîjîne mafên xwe.”
‘Sînorkirina wî jî nekarî fikrên wî asteng bike’
Zeyneb Celaliyan bi bîr xist ku Ocalan bi komployek navnetewî hatiye girtin û radestî Tirkiyê hatiye kirin û wiha berdewam kir: “Dewleta faşîst a Tirkiyê bi piştevaniya dewletên wek Amerîka û Yekitiya Awrûpayê, bi awayek bêbextane wî kesayetê xwedî fikra azad dîl girt û ev 26 sal e ku di giravek de zindanî kiriye û bi hemû cureyan sînordar kiriye. Cîhan şahid e ku wan sînordarkirinah jî nekarîn fikr û ramanên wî asteng bikin. Rêber Abdullah Ocalan di Îmraliyê de wek cewahirekê çirûsî, ji ber ku di zindana Îmraliyê de ramanên nû danîn û pêşkêş kir.”
‘Em jin dê bibin pêşengên şikandina pergala zindanan’
Zeyneb Celaliyan da zanîn ku Ocalan pergala Konfederalîzma Demokratîk wek alternatîfa dewletên herêmê pêşkêş kiriye û wiha got: “Gelên herêmê bi rêya wê pergala demokratîk dikarin bighên mafên xwe û jiyaneke hevbeş a aştîxwazane bikin. Bi wî awayî berjewendiyên dewletan diket metirsiyê, lewra jî dewleta faşîst a Tirkiyê bi nûnertiya hemû dewlet- netewan fişarên xwe li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde kirin. Lê di gel wan hemû fişar û astengiyan, ew dîsa bi awayek bihêz rêkarên afrîner di rêya azadiyê de nîşan dan. Wek rêber û xwedî raman canê xwe li hember hemû hovîtiyên dijminan ji bo netewan kir mertal. Piştevanî û parastina wî, di rastiyê de parastina dadê, wekhevîyê û azadiyê ye. Ez, Zeyneb Celaliyan ji bo parastina mafê xwe û gelê xwe, 17 sal e ku dijwartirîn şert û mercên zindanan de me û şert û mercên zindanan têdighîjim. Dema ku em tecrîda ku li ser rêberê me di Îmraliyê de çêkirine bişkênin, emê hemû zindanan jî bişkênin. Bi wî awayî em jin dê bibin pêşengên şikandina pergala zindanan.”
‘Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bû rêberê gelan’
Zeyneb Celaliyan bi bîr xist ku di Îranê de jin û hemû gel şoreşekê dikin û dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku felsefeya jinan e qîr dikin. Zeyneb Celaliyan li ser bingeha vê dirûşmê wiha got: “Ew dirûşm, raman û felsefeyeke ku Rêber Abdullah Ocalan bingeha wê daniye. Lewra ji bo piştevaniya ji ramanên wî li ser azadiya wî israr bikin û di çarçoveya wê dirûşmê de ji bo Îraneke domokratîk, ji raman û mirovê azad re piştevaniyê bikin û biparêzin. Bi wê sedemê ji hemû jinan û ciwanan û bi taybetî kesên bîrmend, akademîsiyen, hunermend, mafnas, feminîst, rêxistinên civakî, rêxistinên hawirdorparêz û gelê Kurd û hemû gelê azadîxwaz yên Îranê dixwazim ku piştevaniya Rêber APO bikin û beşdarî kampanyaya Azadiya fîzîkîya Rêber Abdullah Ocalan bibin, kampanya ku di hemû cîhanê de hatiye destpêkirin û berfireh bûye.”
Banga tevlîbûna li kampanyayê
Zeyneb Celaliyan di dawiya nameya xwe de diyar kir ku ji ber pêdiviya hemû netewên Îranê ji bo çareseriya bingehîn a pirsgirêkên xwe bi ramanên Ocalan hene û wiha got: “Lewra di cîh de ye ku hemû hewldana xwe ji bo azadî û rakirina wan astengiyan bikin ku beramber Rêber Abdullah Ocalan hene. Madem ku Rêber Abdullah Ocalan di rêya mirovahî û ji bo me hemûyan di dijwartirîn şert û mercan de di zindana girava Îmraliyê de liberxwe daye û têkoşiyaye û bingeha ramanên wî jî ser azadiya jinan e, nexwe ew piştevanî dê di çarçoveya têkoşîna li dijî mêrsalariyê de be ku bêguman pêdiviya hemû civaka me, pêdiviya hemû jinan û mêran e. Ez we vedixwînim ku bi beşdarbûna di kampanyaya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de erka xwe ya mirovî pêk bînin. Teqez azadiya wî, dê azadiya me hemûyan û bi taybetî jî ya jinên têkoşer be.”