Xizmên Windayan vê hefteyê li kiryarê Mehmet Emîn Abak pirsîn

Li Amedê Xizmên Windayan, li kiryarê Mehmet Emîn Abak ku beriya 18 salan hatibû windakirin pirsîn.

Amed- Xizmên Windayan bi dirûşma “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” li Amedê çalakiya xwe domandin. Malbatên windakiriyan di hefteya 779’emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê ya navçeya Rêzana Amedê careke din hatin ba hev. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Mehmet Emîn Abak ê di 14’ê Çileya 1995’an de li gundê Xanika Herzem ê Qosera Mêrdînê di serdegirtina malê de ji aliyê JÎTEM’ê ve hat binçavkirin, di binçavan de hat windakirin, û piştî 18 salan cenazeyê wî hat dîtin hat pirsîn.

‘Piştî 18 salan cenazeyê wî hat dîtin’

Çîroka Mehmet Emîn Abak ji aliyê endamê Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê Alî Îhsan Demîrtaş ve hat xwendin. Alî Îhsan Demîrtaş diyar kir ku Mehmet Emîn Abak dema ajokariya otobusa di navbera Qoser-Mêrdînê de dikir, roja bûyere ji bo pêwîstiyên malê çûbû gund, di dema ku leşkeran bi ser gund de girtin, hatibû binçavkirin û 18 sal piştî bûyerê cenazeyê wî dîtine.

Piştî vegotina serpêhatiyê weke her carê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.