Hilbijartinên gel yên Partiya Dem’ê bi dawî bû

Hilbijartinên gel yên DEM'ê ya ji bo diyarkirina namzetên hevşaredarên bajar û navçeyan û endamên meclîsên 10 bajaran bi dawî bû.

Navenda Nûçeyan - Li 10 bajarên Wan, Colemerg, Şirnex, Erzirom, Agirî, Mêrdîn, Elîh, Sêrt, Riha û Mêrsîn jî di nav de, ji aliyê Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) ve anketa giştî ya ji bo diyarkirina namzetên hevşaredarên bajar, navçeyan û endamên meclîsan hat lidarxistin qediya. Di hilbijartina seretayî de ku danê sibê dest pê kir û bi hezaran delege çûn ser sindoqan, dengdayîn saet di 17:00 de bi dawî bû û jimartina dengan dest pê kir. 

Di dema ku erêkirina dengan dest pê kir, tê payîn ku li gelek navçeyan jimartina dengan heta nîvê şevê berdewam bike. Piştî ku proseya hejmartina dengan bi dawî bû, wê namzedên serketî ji raya giştî re bên eşkerekirin. Ger li herêmê benda ji sedî 50+1 derbas nebe jî, sibe hilbijartina tûra duyemîn tê kirin ku namzedê yekem û duyemîn tê de bên hilbijartin.