‘Li Xezayê her roj 180 jin di şertê dermirovî de zarok tînin’

Xaça Sor a Filistinê diyarkir ku li Xezayê her roj 180 jin di şert û mercên dermirovî zarok tînin û da zanîn ku Îsrail xwegihandina ambulansan asteng dike.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsrail li dijî Zîvala Xezayê ku sivil û qadên jiyanê dike hedef berdewam dike. Li gora daxuyaniya dawî a Wezareta Tnedirûstiyê li Xezayê da zanîn ku ji 7’ê Cotmehê hate niha hejmara Flistiniyê ku hatine qetilkirin gihîştiyê 23 hezar û 843’an, hejmara birîndaran jî gihîştiye 60 hezar û 317’an. Beşek a birindaran hê di bin xirbeyan dene, yan jî li kêleka rêne. Ambulans û ekîbên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin wan.

‘Jiyana 800 hezar kesan di metirsiyê de ye’

Di daxuyaniya nivîskî a Ofîsa Medya hikumetê li Xezayê de da zanîn ku ji ber polîtakayên Îsrailê yên birçîbûn û bê aviyê, ji beşa navenda bajarê Xezayê û li herêmên bakur jiyana nêzî 800 hezar kesan di metirisyê deye. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku li bajarê Xezayê 700, bakur jî 600 di nav de rojane pêwîstî bi hezar û 300 tirên alîkariya mirovî heye û bibîrxist ku Îsrail li herêmê xelayê dide jiyan kirin.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê kir ku Îsrail destur nade alîkariyên mirovî, gule li tirên alîkariyê ku hewl dide bigihin herêmê dibarînin, çavkaniyên ava vexwarinê û bîrên avê dike hedef. Da zanîn ku mirina mirovan ji ber birçîbûn û bê aviyê ji derveyî Îsrailê, civaka navnetewî û Netewên Yekbûyî (NY) berpirsin û daxwaz kirin ku demildest êrîş rawestin.

‘Jin di şert û mercên der mirov de zarokên xwe di welidînin’

Xaça Sor a Filistin di daxuyaniya li ser medyaya dijîtal de bal kişand ku li Xezayê her roj 180 jin bi awayek metirsîdar û di şert û mercên der mirovî de zarokên xwe di welidînin û wiha got: “Ji ber hêzên Îsrailê xwegihandina ambulansan asteng dike, li gelek herêmên ku dibin dorpêçê de xwe nagihînin nexweşxaneyan.”

‘Welidandin dibe ku bibe sedemê mirinan’

Nûnerê Fona Nufusa Netewên Yekbûyî (UNFPA) ya Filistinê Dominic Allen di civîna dayîna zanyariyan a ji Qudusê bi rêya video konfaransê diyarkir ku li Xezayê di nav 100 rojan de nêzî 18 hezar welidîn çêbûye û UNFPA malzemeyên pêwîst dabîn nekiriye û rewşa li nexweşxaneyan gelek xirabe. Dominic Allen da zanîn ku li bendêne ku meha were nêzî 5 hezar û 500 jin zarokan bi welidînin û got: “Bi bê avî, xelaya xwarinê û negihana dermankirinê re têkoşînê dikin, ger bombê, birçîbûn û bê avî wan nekuje, wê welidîn wan bikuje, em destur nadin ev yek pêk were.”

UNRWA: 1,4 Milyon kes tê neçarkirin ku di şertên der mirovî de jiyan bikin

Komserê Giştî ê Ajansa Alîkariya Koçberên Filistin a Netewên Yekbûyî (UNRWA) Philippe Lazzarini di daxuyanî nivîskî a dayî de diyarkir ku di êrîşên Îsrailê li ser Xezayê 100 roj derbas bû, bal kişand ku ji ber topbaranan Filistinê ji sala 1948’an heta niha rastî ji cihbûna herî mezin hatine. Philippe Lazzarini da zanîn ku piraniya gelê Xezayê, zarok jî di nav de wê birinên êrîşan ên fizîkî û derûnî heta dawiya jiyana xwe hilgirin. Îşaret bi wê yekê kir ku di sitargehên UNRWA de 1,4 milyon kes bicih bûne û neçar berdewamiya jiyana wan zehmet dike. Li Xeza di 100 rojên dawî de mirinên giştî, hilweşîn, ji cihbûn, birçîbûn, windabûn û keder mirovahiyê leke dike û wiha hate gotin:

 “Qeyrana li Xezayê li gel xwarin, av û sotemenî weke amûrek a şer bikartîne, felaketek mezine. Ketina alîkariyan di Zîvala Xezade de ji ber prosedurên bê xemî û pevçûnê ku berdewam dike, ji ber astengiyên zêde ên li beramberî alîkarî bi awayek ewle û bi rêk û pêk were belavkirin oparasyona alîkariya mirovî ya bi lez bûye oparasyona herî zehmet û tevlîhev. Ji bo xelaya nêz dibe berovajî bikin, wê bi serê xwe alîkariya mirovî têrê neke. Divê destur neyê dayîn ticaretkirina tiştan.”

 Serfermandariya Giştî a Îsrailê: Ji bo berdewamiya êrîşan me plan erê kir

Li aliyê din Serokê Serfermandariya Giştî a Îsrailê Herzî Halavî di civîna çapemeniyê de eşkere kir ku ji bo berdewamiya êrîşên li ser Xezayê plana pêwîst erê kirine. Herzî Halvî da zanîn ku li gora plana artêşa Îsrailê pêşketine û plana belavkirina çêbûna leşkerên Hamasê li bakurê Zîvala Xezayê temam kirine û îfadekir ku giranî dane beşa navend û başûrê Zîvala Xezayê.

Herzî Helavî da zanîn ku li beramberî Tugaya Îzzeddin el-Kassam a çengê Hamas lêpirsînê bidin destpêkirin û lê belê dîroka wê diyarnekirine û li ser pirsa di derbarê li bakûrê Xezayê kesên ji cihên xwe bûne de ev bersîv da: “Ên ku em dizanin kesên ne metirsîne wê bihizirin ku vegerînin.”

‘Li Libnanê em li hemû gefan dixin’

Herzî Halevî bal kişad ser êrîşên tevlîhev ên di navbera artêşa Îsrailê û Hizbulahê li sînorê Lubnanê û wiha got: “Herêma başûr a Libananê qada şerê û heya ku Hizbulahê li wir xebat bike wê wisa bimîne. Hizbulah dikare hemû Libnanê vegerîne qada şer, wê bedelê wê giran be.” Herzî Halevî got: “Em di saha hewaya Libnanê de xebat didin meşandin û her gefa ku gef li me tê xwarin emê lê bidin.”

Binyamîn Netenyahu: Doza qirkirinê wê êrîşan ne rawestîne

Serokê îsrailê Binyamîn Netenyahu di cîvîna çepemeniyê ya li Wezareta parastina Tel Avîv li darxistî de derbarê doza ku  Dîwana Edaleta Navnetewî a Komara Başûrê Afrîqa Îsrailê de vekirî daxuyanî da û got: “Di şerê li Xezayê de 100 roj me li pey xwe hêla, ji holêrakirina Hamas, vegerîna hemû dîlan û heta ku em bigihin wê qenetê ku Xeza carek din ji bo welatê me nabe metirsî û heta me hedefa xwe bi cih anî emê vî şerî berdewam bikin.”

Binyamîn Netanyahu got: “Heta em negihin hemû armanca xwe, emê şerê li Xezayê berdewam bikin. Wê ne Lehey ne jî ‘Eksena şer’ me rawestîne. Ji bo em vê armancê bi dest bixin wê roja yekşemê ji bo ewlehiyê hê zêdetir fonê bidin û bûtçeyê pêşkêş bikin.”