Piştî 31 salên girtinê bi çepik û tilîliyan hat pêşwazîkirin

Gulser Ozbay a ku piştî 31 sal û 6 meh girtinê 2 roj berê ji girtîgehê derket, li Wanê bi çepik û tilîliyan hat pêşwazîkirin.

Navenda Nûçeyan- Gulser Ozbay (63) a ku piştî 31 sal 6 mehan şûnde ji girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê derket li Wanê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin. Gulserê li Balafirgeha Ferit Melan ji aliyê Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), TUHAY-DER, Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Parti bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin.

GulserOzbay li vir bang li jinan kir peyama têkoşînê da. Gulsera piştî hat rêxistina DEM Partî bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hat pêşwazîkirin. 

Gulser Ozbay kî ye?

Gulser Ozbay di 12'ê Tîrmeha 1992'an de li Agiriyê hat binçavkirin û girtin. Ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Kayseriyê ve bi îdiaya "Xerakirina yekîtî û yekîtiya welêt" cezayê muebbetê lê hat birîn. Herwiha; Gulser Ozbay a li girtîgehên Agirî, Nevşehîr, Erzirom, Midyad û Bayburtê girtî bû, ev 5 sal in li Girtîgeha Jinan a Şakranê dihat girtin girtin.