‘Divê dewleta Tirk li dadgehên navneteweyî bê darizandin’

Jinên Efrînî yên Şehbayê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi darvekirin û girtinê yên li ser jinên Efrînê şermezar kirin, bang li saziyên navneteweyî û rêxistinên jinan kirin û gotin, "Divê dewleta Tirk li dadgehên navneteweyî bê darizandin."

FÎDAN ABDULLAH

Şehba – Dewleta Tirk û çeteyên wê zext, îşkence û revandina gelê Kurd ên piştî dagirkirina Efrînê li wir mane, didomînin. Şêniyên Efrînê yên ku koçberî Kantona Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne, diyar dikin ku dewleta Tirk binpêkirinan li dijî gelê Efrînê pêk tîne. Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ji sala 2018’an û vir ve ne tenê demografyaya Efrînê guhertiye, di heman demê de polîtîkayên xwe yên zextê bi taybet li ser jinan zêde kirine. Di dawiyê de, di 10ê Çile de, dadgehên ne rewa yên Tirkiyê ji bo 2 jinan cezayê îdamê û ji 8 jinan re jî ji 7 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê birî.

Li gorî qanûnên cezayên navneteweyî û Peymana Cenevreyê ya 1949’an, windakirina bi darê zorê û girtina keyfî, bêparkirina ji azadiyê û fidye jî weke sûcên şer tên dîtin. Li gorî Komîteya Lêkolînê ya Navneteweyî, sûcên li dijî jinan ên li Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, di çarçoveya sûcên şer de ne. Di dema şerên çekdarî de, ev hemû dibin tawanên şer û raporta Komîsyona Navdewletî ya Serbixwe li ser Sûriyê ku ji aliyê Komîteya Lêkolînê ya Navdewletî ve di Îlona 2021’an de hat weşandin, belge kir ku jin û keçên ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve hatine girtin rastî destavêtin û tundiya zayendî hatine. Têkildarî mijarê jinên Efrînê ji ajansa me re axivîn.

'Sûc bi jimartinê naqede'

Yek ji jinên Efrînê Latîfe Hesen ku li Şehbayê koçber bûye, diyar kir ku sûc û binpêkirinên dewleta Tirk zêdetirî 6 sal in li dijî gelê Efrînê pêk tîne bêhejmar e û got, “Tenê tişta ku jin hatin cezakirin. nehiştin axa xwe terk bikin. Dewleta Tirk kî ye û bi çi mafî Efrînê dagir dike? Cezayên dewleta Tirk keyfî ne û li dijî sivîlên bêparastin bi kar tîne. Jinên ku li Efrînê tên darizandin jinên Sûriyeyî û şêniyên herêmê ne. Tirkiye bi çi mafî van cezayan dide wan? Çi sûc kirine?"

'Zagon û peymanên navneteweyî tên binpêkirin'

Fîdan Osman diyar kir ku hemû binpêkirin û pêkanînên dewleta Tirk a dagirker li ser jinên Efrînê bi armanca tinekirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û wiha got: “Em banga demokrasî, edalet û wekheviyê dikin. Weke jinên Efrînê yên li Şehbayê dijîn, em binpêkirinên dijmirovî yên dewleta Tirk li ser jinan qebûl nakin. Dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Efrînê hemû qanûn û peymanên navneteweyî binpê dikin. Jinên Efrînê ji mafê jiyana azad û bi rûmet bê par in. Divê saziyên navneteweyî, rêxistinên jinan û mafên mirovan bang li dadgehên navneteweyî bikin û zextê li wan bikin da ku dewleta Tirk têkildarî binpêkirinên li Efrînê bên darizandin."  

'Jin di bin zextên derûnî û fizîkî de ne'

Zeyneb Abdo ku li Şehbayê dijî, wiha got: "Jin rastî gelek zextên derûnî û fizîkî tên û ji ber binpêkirinên dagirkeriya dewleta Tirk ku bandorê li ser wan, malbat û axa wan dike, ji jiyana xwe bêpar dimînin." Zeyneb Abdo anî ziman ku jin ji ber terora çeteyên dewleta Tirk nikarin bigihêjin mafên xwe yên herî bingehîn û wiha got: “Derketina jin û derketina malê qedexe ye. Em cezayên girtîgehê û îdamê yên dewleta Tirk ên li dijî 10 jinan şermezar dikin. Divê ev binpêkirinên ku hema bêje her roj tên kirin, bên rawestandin.”