Jinên Ereb ên Şengalê: Em ê îsal xebatên xwe bihêztir bidomînin

Jinên herêma Ereban ên Şengalê civîna kar û xebatên xwe ya sala 2023’an li dar xistin di civînê de jinan biryar dan ku di vê salê de ji bo azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û hemû jinan kar û xebatên xwe bihêztir bikin.

Şengal-Jinên ji pêkhateya Ereban ên Şengalê civîna xwe ya sala 2023’an li dar xistin. Civîn li gundê Bîrcarê yê herêma Ereban li avahiya meclisa jinan bi beşdarbûna dehan jinan pêk hat. Di civînê de jinan biryar dan ku ji bo azadiya Abdulah Ocalan ya fizîkî ji her demê bêtir kar û xebatê bimeşînin. Her wiha ji bo li dijî tundiya li ser jinan têkoşîneke bi hêztir bidin meşandin wê di nava salê de konferansa xwe li dar bixin.

Civîn ji aliyê berdevka meclisa jinan a gundên herêma Ereban, Fatma Mistefa Miha Ebdul Kerîm û Fatma Berhû ve hat birêvebirin û bi xwendina perspektîfên Abdulah Ocalan yên li ser jin û civakê dest pê kir. Piştre rapora kar û xebatan a salekê hat xwendin û nirxandin li ser tecrîdê û xebatên salekê hatin kirin. Di dawiyê de jî ji bo sala nu plansazî hatin çêkirin.

‘Em ê komînên xwe ava bikin’

Fatma Mestefa qala kar û xebatên dane meşadin kir û wiha got: “Me di vê civîna xwe de kar û xebatên xwe yên salekê nirxandin. Em weke meclisa jinan a herêma Ereban beşdarî hemû kar û xebatên ku di qadê de hatine lidarxistin bûn. Armanca me ya sereke ew e ku di vê sala pêşiya me de kar û xebatên xwe berfireh bikin û beşdarbûna jinan zêde bikin. Em hewl bidin di vê demê de komînan ava bikin û pê re gelek xebatên din jî bidin meşadin. Di heman demê de em ê li her gundê civînan li dar bixin ji bo ku bikaribin di nava civaka xwe de zewaca di temenê biçûk de û pirzewacî û tundiyê rabikin. Divê em êdî civakek têgihîştî ava bikin.”

‘Em ê qalibên paşverû yên pergalê bişkînin azadiyê misoger bikin’

Fatma Mistefa di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand ser nirxandinên Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û armancên xwe yên ji bo siberojê bi van hevokan anî ziman: “Rêber Apo jî dibêje jin bingeha civakê ne û wê têkoşîna xwe bidomînin. Zîhniyeta baviksalar her dem dibêje jin nikarin tiştek bikin lê em di nava civaka xwe de hêdî hêdî vê qalibê dişkînin û civaka xwe bi fikrên Rêber Apo ronî dikin.”

‘Erka me ya sereke azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye’

Endama Meclisa Jinan a herêma Ereban Edra Xerîb jî bi van hevokan biryardariya ji bo vê salê anî ziman: “Azadiya fizîkî ya Rêber Apo azadiya tevahî jinan e. Beriya ku em rêbertiyê nas bikin em tev di malên xwe de bûn ji tevgerê heya fikirîne bêpar mabûn lê îro em jin tev li hev kom dibin bi jinên Êzidî re jî em li hev dicivin, ji bo çarenûsa xwe û ya civaka xwe em bar radikin kar didin meşandin.”

Xebatên ku di vê salê de bên kirin ev in:

-Wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan Apo çalakî bên lidarxistin.

-Wê konferans bê lidarxistin.  

-Wê festîvalên çandî yên jinan bên lidarxistin.

-Ji bo zarokan wê aktivîse werin lidarxistin.

-Wê komîn û meclisên jinan li her gundî bên çêkirin.

-Li dijî tundî û tûjiya li ser jinan bi taybetî zewaca di temenê biçûk pirzewacî û hwd. gund bi gund civîn û semîner bên lidarxistin.