Xizmên Windayan li kiryaran pirsîn
Xizmên Windayan, aqûbeta Alî Çelîk ê piştî li Dêrikê hat binçavkirin cenazeyê wî hat dîtin û aqûbeta Kadîr Keremoglu yê li Wanê ji aliyê JÎTEM’ê ve hat windakirin pirsîn.
Navenda Nûçeyan – Malbatên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di çalakiya xwe ya 740’emîn a “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluya Rezanê hatin bahev. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Alî Çelîk ê di sala 1994’an de piştî ku li navçeya Qosera Mêrdînê çû qereqolê hat kuştin, hat pirsîn.
Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn, êrişa hefteya borî ya li Qada Galatasarayê li dijî Dayikên Şemiyê hate kirin şermezar kir û anî ziman ku wê tu tundî bê hesab namînin.
‘Ev hemû encama polîtîkayên cihêkar ên li dijî Kurdan tên meşandin e’
Abdullah Zeytûn, bal kişand ser mutalaaya ku dozger duh di Doza Kobanê de pêşkeşî dadgehê kir û wiha got: “Tevî ku gelek caran Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hişyar kir ku Doza Kobanê dozeke siyasî ye jî dadgehê ev yek bi tu awayî li ber çavan negirt. Dîsa nûçeyên ku 15 rojnamegerên girtî çêkirine weke delîlê sûc hat hesibandin. Ev hemû encama polîtîkayên cihêkar ên li dijî Kurdan tên meşandin in.”
Piştre Endama Lijneya Rêveberiya ÎHD’ê Parêzer Jiyan Ormanli çîroka Alî Çelîk xwend.
Daxuyanî bi deqeyeke çalakiya rûniştinê ya ji bo Alî Çelîk û hemû windakiriyan bi dawî bû.
Êlih
Li Êlihê jî Malbatên Windakiriyan û endamên Şaxa ÎHD’ê di hefteya 576’an de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li kolana Gulistanê hatin ba hev. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” hat vekirin de aqûbeta Kadîr Keremoglu yê di 14’ê nîsana 1995’an de piştî li Wanê hat revandin û binçavkirin careke din agahî jê nehate girtin hat pirsîn.
Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Abdurezak Katamaz di daxuyaniyê de çîroka Keremoglu xwend.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.