J.M ya li dijî hîcaba bi zorê: Ev şoreş li dijî mêrsalariyê ye
J.M diyar kir ku divê li Îranê dijî zihnyeta mêr ya li beramberî hîcaba bi zorê were redkirin û divê netewperestî ji holê were rakirin.
AGRÎN HUSEYNÎ
Sine - Hikumeta Îranê hewil dide di her qadê jiyanê de jinan ji nedîtî ve bê û bixe bin venêrîna xwe. Jinên Îranê ji berê heta niha li dijî pêkanînên hicaba bi zorê li her qada ku lê ye têdikoşe. Beriya 7 mehan ev têkoşîn piştî ku Jîna Emînî ji aliyê hikumeta Îranê ve hat qetilkirin, bi pêşengiya jinan û bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ veguherî serhildanê.
‘Divê em ji ferzkirina hicabê re bejin na’
J.M ya ku li dijî hicaba bi zorê ye, wiha got: “Hikumeta Îranê hicaba bi zorê ferz dike, lê bele jin vê ferzkirinê red dike. Me jinan hikumeta Îranê bi têkoşîna xwe hejand. Jinan ji ber ferzkirina Komara Îslamê ya Îranê bi salan hicaba bi zorê bikar anîn. Lê bele îro li dijî nêzîkatiyên rejîmê ev divê car din were axaftin û em bejin na.”
‘Divê em tabuyan bişkênin’
J.M da zanîn ku jinan serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dane destpêkirin û got: “Ev şoreş şoreşa mezinkirina têkoşînê ya li dijî mêrsalariyê ye. Divê tabûyên civakê were şikandin, zihniyata mêrsalarî were guhertin, divê em netewperestiya civakî ji holê rakin.”