Sendîkavanên Ewropî li herêma erdhejê ne

ETUC, ÎTUC û KESK'ê yên ku serdana Antakyayê kirin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê çavdêriyên xwe ragihandin. Sekretera Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Ewropayê Esther Lynch, wiha got: "Tevgerên sendîkayên Ewropayê dê we ji bîr nekin."

Navenda Nûçeyan - Sekretera Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Ewropayê (ETUC) Esther Lynch, Cîgirê Sekreterê Giştî yê ETUC Patrick Itschert, Sekreterê Herêmî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Navneteweyî (ITUC) ji bo Ewropayê Anton Leppik, Rêvebera Koordînasyona Asya Pasîfîkê ya ITUC Toshitaka Hayashi, Hevseroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şukran Kablan û gelek endamên sendîkayê jî di nav de serdana herêmên erdhejê kirin.

Sendîkageran li Qada Kunefecîler a Antakyayê daxuyaniya çapemeniyê dan. Sekretera Giştî ya ETUC'ê Esther Lynch, diyar kir ku ji bo tiştên qewimîne li cihê wê bibînin û bizanibin çi qewimiye hatine herêmê û peyama piştevaniya 44 milyon karkeran anîne. Esther Lyncch anî ziman ku ew ê peyamê bidin civaka navneteweyî jî û got: “Li vir her çiqas hewldanên mezin werin nîşandan jî hewcedarî bi rewşa lezgîn heye. Pêwîst e li van deran xebata avakirina ji nû ve li gorî rûmeta mirovan bê kirin.”

‘Çi ji destên me were em ê bikin’

Esther Lynch ji bo fîrmayên navneteweyî yên di xebatên rakirina kavilan û avakirina ji nû ve de cih bigrin hişyariya Girêbesta Komkarî da û got: “Divê hikûmet wek tevahî cîhanê li gel sendîkayan xebatan bike.” Esther Lynch xwest ku şîrket jî bi sendîkayan re rûnên û plansaziyê bikin û wiha got: “Tevgerên sendîkayên Ewropayê dê we ji bîr nekin. Ji bo we çi ji destên me were em ê bikin.”

Piştî daxuyaniyê hat diyarkirin ku serdanên şandeyê dê didomin.