Gelê Semsûrê bang li desthilatê kir: Em heqê xwe helal nakin
Şêniyên Semsûrê diyar kirin ku ew ê karaset û êşa ku kişandine ji bîr nekin û wiha gotin: "Em ne heqê xwe li desthilatê helal dikin ne jî dengê xwe didin."
MEDÎNE MAMEDOGLU
Semsûr - Gelê Semsûrê yê ku di erdhejê de malên wan hilweşiyan û xizmên xwe winda kirin dê di Cejna Remezanê de li goristana ku veguheriye 'bajarekî mezin' bin. Jinên ku diyar kirin ew ê cejnê bi êş û şînê pêşwazî bikin, gotin, “Ji me re cejn tune ye” û anîn ziman ku tiştên di erdhejê de qewimîne ji bîr nakin. Mexdûrên erdhejê yên der barê hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê yên 14'ê Gulanê de helwestek çawa digrin de axivîn, diyar kirin ku ew ê qebûl nekin ku hikûmeta AKP-MHP'ê di hilbijartinê de deng ji wan bixwaze.
'Dema ku derbikevin pêşiya me ez dizanim çi bibêjim’
Husniye Yanik jineke ku di erdhejê de bi dehan xizmên xwe winda kiriye û di nava van êşan de hewl dide jiyana xwe bidomîne ye. Husniye Yanik diyar dike ku li bajêr pir hindik mirov mane û ji bo kesên helalî dixwazin bersivek zelal da Husniye Yanik diyar dike ku ew dixwaze ji dewlet û hikûmeta ku bûne sedem erdhej veguhere karasetê hesab bipirse û da zanîn ku ew ê vê yekê di sindoqan de nîşan bide. Husniye Yanik diyar kir ku tiştên qewimîne dê tu carî neyên jibîrkirin û wiha domand:
“Dema em diçin goristanan têkiliya me ya bi cîhanê re diqede. Hûn dipirsin 'Ev komkujî çawa bû?' 3 rojan kesê li cenazeyên me nenêrî. Me bi destan gelê xwe derxist. Em van rojan tu carî ji bîr nakin. Evqas mirovên me, ciwan mirin, qey em ê wan ji bîr bikin? Ev windahî hemû ji xemsariyê çûn. Yên bihatana rizgarkirin gelek bûn lê wan jî ji xemsariyê jiyana xwe ji dest dan. Em ê hesabê wan miriyan ji kê bipirsin? Kes dernakeve pêşberî me. Ger derbikevin ez dizanim çi bibêjim. Ez ê bibêjim, hûn sê roj li ku bûn? Ma li Semsûrê cihekî saxlem maye? Her yekê ji me 10 kesên xwe di erdhejê de winda kir.”
‘Ji AKP’ê re deng tune ye’
Husniye Yanik diyar kir ku ew wek welatiyên mexdûrên erdhejê li benda wê roja ku hesabê vê êşa bi wan hatiye kişandin bipirsin û diyar kir ew dengê xwe nadin partiyên hikûmetê û wiha axivî: “Hemû kesên ji malbatê çûn. Dê kî vê êşê ji bîr bike? Li vir di hundirê me de ma. Ma cejn ji me re maye, ji bo me cejn nîn e. Ez tu carî heqê xwe helal nakim. Ma hatiye ji bo min çi kiriye ku ez heqê xwe helal bikim, hê konek min tune ye. Bila dewlet ji min ne helalî û ne jî deng bixwaze. Ez dengê xwe nadim wî. Ma ez ê rabim dengê xwe bidim. Ma hatin û cenazeyên min derxistin, deng dixwazin. Ji AKP’ê re deng tune ye.”
'Goristana ku di 10 salan de tije nedibû di du rojan de tije bû’
Sakîne Mutlu ya ku 13 kes ji malbata xwe winda kir dê îsal hemû goran ziyaret bike. Sakîne Mutlu, anî ziman goristana li bajêr dê di 10 salan de tijî bibûya di du rojan de tijî bûye û wiha got: “Goristana ku dê di 10 salan de tijî bibûya di du rojan de tijî bû. Hemû goristanên li bajêr tijî ne. Ev hemû miriyên me ne. Ger di wexta xwe de ji bo rizgarkirinê bihatana dê nîvî bihatana rizgarkirin. Biraziya min sê rojan giriya. Avê xwest. Kesê nikaribû wê derxista. Zarok bi qîrînê mirin. Bi sed hezaran mirov terkî mirinê hatin kirin. Bi nehatina di wexta xwe de, mirovan terkî mirinê kirin. Hê jî cenazeyên ji binê xirbeyan tên derxsitin hene. Ji bo ku cihê gora malbata min diyar e ez pir keyfxweş im.”
'Bila hesabê vê yekê were pirsîn'
Sakîne Mutlu banga pêwîstiya hesabpirsîna tiştên hatine jiyîn kir, di dawiya axaftina xwe de wiha got:
“Ez îsal cejnê li goristanê pêşwazî dikim. Di malbatê de her yek ji xizmên me li goristanek in, ez ê wê rojê biçim hemû goristanên li bajêr ziyaret bikim. Ez heqê xwe helal nakim. Bila kes nebêje heq helal e, ez bi xwe heqê xwe helal nakim. Kî çi dibêje bila bibêje, dilê min çawa şewitî, bila yê wan jî bişewite. Kezeba Semsûriyan şewitî. Dê vê cejnê li ku be dê li goristanê be. Ger îro du xwişk û birayê min di goristanê de bin, ez nikarim kêfxweş bibim. Ez li pêşberî van mirovan çawa dikarim kêfxweş bibim? Ez çawa dikarim cejnê pîroz bikim? Di nava çend saniyeyan de her tişt serûbin bû. Bila hesabê vê yekê were pirsîn.”