Li dijî êrîşên qirkirinê Êzidî bi têkoşîna xwe bi ser ketin
Di 5’emîn kongreya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê de behsa civaka Êzidî ya Şengalê û li kampên Êzidiyên Şengalê li Efrîn û Başûrê Kurdistanê û têkoşîna ku li dijî vê yekê tê meşandin hat kirin.
SITÎ ROZ
Şengal- Civaka Êzidî ji dîrokê ve heta roja me ya îro bi fermanên ku derbas kirine tê nasîn. Ev baweriya ku bi qirkirinê re rûbirû maye û rastî gelek qirkirin û êrîşan hatiye tevî her cure êrîşan jî tê parastin. Civaka Êzidî bi taybetî jinan piştî qirkirina 74’an, bi avakirina sîstema Şengalek xweser û demokratîk xwe bi rêxistin kirin û dikaribûn bibêjin ji qirkirinê re na û rengê xwe yê resen biparêzin. Civaka Êzidî ji bo azadiya xwe israr dike li Şengal û Efrînê têkoşînê mezin dike. 5’emîn kongreya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê li dijî êrîşên li ser civaka Êzidî serkeftina têkoşîna ji bo azadiyê ye û bi têkoşîna Êzidatiyê baweriya li ser vê erdnîgariyê ya herî qedim watedartir bûye.
‘Dewletên hegemon xwestin bi DAIŞ’ê êrîşê çand û baweriyan bikin’
Endama koordînasyona Êzidiyan a Ewropayê Çîçek Yildiz diyar kir ku fermana DAIŞ’ê ya li ser Êzidiyan ya dawî bû, da zanîn ku heta roja me ya îro Êzidî rastî gelek êrîşan hatine û li her derê ev êrîş berdewam dikin û û wiha got: “Bila ev yek baş were zanîn di baweriya Êzidayetiyê de rola jinan her dem gelek girîng bû. Lê belê bi destên zordestan ji destên jinan rola pêşengiya Êzidayetiyê hatiye girtin û bi tenê hatine hiştin. Li kêleka vê li dijî vê yekê jin her dem di nava têkoşînê de bûn. Sitiya Zîn mînaka vê yekê ye. Civakê jinên ku têdikoşin qebûl kiriye. Li ser bingeha tunekirina kêmar û baweriyan DAIŞ hat avakirin, dixwestin ku bi DAIŞ’ê êrîşên li ser çand û baweriyan pêk bînin. Li dijî vê civaka Êzidî têkoşiya, gotinek heye dibêje her dar li ser koka xwe şîn dibe, şaneya kok a Êzidatiyê jin e. Şengal wê bi îradeya jinan xwe bigihîjîne hêza xwe ya rast û bi pêş bixe.”
‘Êrîşên Rûsyayê yên li ser Ukranyayê dibînin lê yên li Efrînê nabînin’
Çiçîk Yildiz bi bîr xist ku êrîşên herî berbiçav ên ku rojane diqewimin îro li Efrînê didomin û wiha domand: “Em dibînin ku Efrîn piştî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hat dagirkirin, cihên dîrokî yên Êzidatiyê hatin hilweşandin. Malbat tên rehîngirtin, jin tên revandin, hewl didin baweriyan biguherînin. Lê belê hemû cîhan li hemberî vê yekê çavên xwe digre. Ji ber ku armanca DAIŞ’ê çi be niha li Efrînê heman tişt tê pêkanîn. Ev hêz jî di bin çavdêriya cîhanê de hat avakirin. Mînak êrîşên Rusyayê li ser Ukranyayê dibînin lê belê êrîşên dewleta Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê nabînin. Dagirkirina Efrînê û kiryarên hovane yên 5 sal in li wê derê û herêmên dagirkirî didomin nabînin. Ev jî siyaseta di bin van êrîşan de dide nîşandan.”
‘Welatên Ewropayê çavên xwe ji êrîşên li ser jinên Êzidî re digrin’
Çîçek Yildiz destnîşan kir ku welatên Ewropayê çavên xwe ji êrîşên li hemberî jinên Êzidî yên Rojhilata Navîn re digrin li hemberî jinên Êzidî siyastek wan a teybet heye û wiha domand: “Civaka Êzidî li dijî siyaseta ku dixwaze jinên ji destên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin belavî hemû cîhanê bike. Bi projeyên cuda dixwazin civaka Êzidî belav bikin û bê îrade û bê bawerî bihêlin, ji xaka wan veqetînin. Mînak jinên Êzidî piştî fermanê tiştên ku hatine serê wan, vê nîşan dide. Jinên Êzidî travmaya fermanê jiyane, ji bo em wan ji vê rewşê rizgar bikin dive wan bibin li qadên bi ewle tedawî bikin. Bila têbikoşin tiştên ku DAIŞ’ê kirine ji bîr bikin û bên ser hişê xwe. Gelek jinên Êzidî yêm ji destên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin birin welatên cuda yên Ewropayê. Ev rewş tenê bi jinan re sînordar nema, bi giştî Êzidî di nava vê de ne. Ev siyaset bi giştî li hemberî Êzidiyan hat pêşxistin. Ev hesabên biçûk in. Dixwazin li ser van hesaban civaka Êzidî belav bikin. Em li dijî hesabên biçûk têkoşînek mezin didomînin, êrîşên li hemberî me berfireh in, li dijî vê yekê bedelên ku hatine dayîn di vê axê de bi hezaran qehreman mezin bûn. Em vê ji dil hîs dikin, vê yekê îradeya me mezin kir û tu hêz bila nefikire wê nikaribin li ser hesabên biçûk vê îradeyê tune bikin.”
‘Divê her hêza ku dixwaze rast nêzî Şengalê bibe Meclisa Xweseriya Demokratîk nas bike’
Çîçek Yildiz herî dawî diyar kir ku di bin navê ez qirkirinê nas dikim de hewl didin ser qirkirina li dijî Êzidiyan bê girtin û wiha got: “Gelek welatan ji bo ku çekên xwe bifroşin piştgirî dan pêşketina DAIŞ'ê. Li pişt perdeyê ev siyaset hat meşandin. Lê li pêş perdeyê qirkirin hat naskirin û ji ber vê yekê tê gotin ku em ji her hêza qirkirin pêk aniye hesab dipirsin û em li gel civakên ku rastî qirkirinê hatine radiwestin. Lê belê siyaseta ku bi gotinan tê kirin di pekanîna pratîkê de bi heman awayî pêk nayê. Gelek welatên ku dibêjin jenosîd e wan bi xwe, di avakirina DAIŞ'ê de rol girtin û piştgirî dan. Ev ji aliyê hemû cîhanê ve tê zanîn. Niha ger wek jenosîd were naskirin divê kesên vê sûcê kirine bên darizandin. Heta darizandin pêk neyê, ne mumkun e ku vê civakê îqna bikin. Her wiha divê vîna civaka Êzidî bê naskirin. Dibêjin em ê Êzidxanê ava bikin lê ev avakirin bêyî Êzidiyan dê çawa bibe? Heta vîna Êzidiyan neyê dîtin dê birînên Şengalê neyên pêçandin. Yên dibin sedema qirkirinê nikarin bibin nûnerên Êzidiyan. Pergala Şengalê ya Xweseriya Demokratîk dikare hemû Êzidiyan temsîl bike. Divê her hêza ku dixwaze rast nêzî Şengalê bibe, MXDŞ’ê nas bike. Riyeke din a vê yekê nîn e. Meclisa Rûhanî ya civaka Êzidî heye. Divê ev meclis erka xwe bi cih bîne lê belê girîng e ku di şert û mercên cîhanê de, dîplomasiya vê civakê û pergalek ku di her asta civakê de xizmetê bike ava bûye. Sîstema heyî hemû beşên civakê digre nava xwe. Jin, ciwan û hemû civak di vê sîstemê de cihê xwe bigrin û ev yek dibe sedem ku Şengal bi hêztir bibe.”