Bûyerên jehrîkirinê hatin şermezarkirin
Li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, li dijî jehrîkirina xwedekaran çalakî hatin lidarxistin, polîsan êrîşî çalakgeran kirin.
Navenda Nûçeyan- Li Îranê serhildanên gel ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin, berdewam dikin. Hikumeta Îranê jinên pêşengên serhidanê dikin hedef. Li dibistanên taybet ên xwendekarên keç bûyerên jehrîkirinê zêde bûne.
Li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hikumeta Îranê ku weke berpirsê jehrîkirinê tê dîtin, ji ber we jî tê şermezarkirin. Gelek kesên ku beşdarî çalakiyên şermezarkirinê bûn rastî êrîşa polîsên Îranê hatin.
Li Mihabadê piştî jehrîkirina du xwendekarên keç, gelek kes derketin kolanan û meşa protestoyî li dar xistin. Çalakgerên ku ji bo îro banga baykotkirina dibistanan kirin, peyama berdewamkirina têkoşînê dan.