Xelata Azadiya Nivîsandinê ji Narges Mohammadî re hat dayîn

Komeleya PEN a Amerîkayê, dê xelata "Azadiya Nivîsandinê" dê bide nivîskar û aktîvîsta mafên mirovan Narges Mohammadî ya li girtîgeha Evînê tê ragirtin.

Navenda Nûçeyan- Komeleya PEN a Amerîkayê, bi daxuyaniyekê ragihand ku xelata “Azadiya Nivîsandinê” ya sala 2023’an dê bide aktîvîsta mafên mirovan Narges Mohammadî ya li Girtîgeha Êvîn a Îranê tê ragirtin.

‘Ji bo xebat û nîvîsên xwe li girtigehê ye’

PEN a Amerîka di daxuyaniya ku duh ragihand ku dê xelata “Azadiya Nivîsandinê” ya sala 2023’an di merasîma salane ya komeleyê ku bi navê “Pîrozbahiya Wêjeyê ya Amerîkayê” ku dê 18’ê Gulanê de li Muzeya Dîroka Xwezayî ya New Yorkê bê pêkanîn de, ji girtîgeha Evînê ji aktîvîsta Îranê Narges Mohammadi ku bi sûcdariya “propaganda dijî rejîmê” re bê dayîn. Ji ber ku aktîvîst Narges Mohammadi li girtîgehê tê ragirtin, dê xelat ji aliyê hevjînê wî, rojnamevan û çalakvana sivîl Taqî Rahmanî re were wergirtin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku “Narges Mohammadi ku ev 30 sal in ji ber nivîs û xebatên xwe yên mafên mirovan ji aliyê rejîma Îranê ve tê hedef girtin, niha bi sûcen sexte yên propaganda û haqeret a li dijî rejîmê di girtîgehê de ye” û hat gotin ku “Narges Mohammadi di bist salên borî de ji ber parastina mafê jin, girtiyên siyasî û kêmnetewan a Îranê û di dema rojên ewil ên xwendina xwe de tenê ji ber nivîsandina gotarekê li ser mafên jinan û beşdariya di mîtîngeke siyasî de hat girtin.”

‘Di çalakiyên xwe de balkişand ser mafê mirovan’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Narges Mohammadî ya 51 salî piraniya deh salên dawî di girtîgehê de di bin îşkenceyê de derbas kir, gihandina dermanên ku pêwîstî dibîne hat asteng kirin, demek dirêj di hucreyê de ma, piştî salên dirêj jî malbatê dûr ma pirtûkek nivîsand, hevpeyvînên xwe yên medyayî û çalakiyên medyaya civakî balkişand li ser rewşa mafên mirovan a kûrewî û bi parvekirinên xwe re balkişand ku mafê girtîgehên li Îranê tên binpêkirin.” Bi pirtûka xwe ya “Îşkenceya Spî” ku di sala 2022’an de hat çapkirin, bi îfadeyên 14 girtiyên jin re têkildarî îşkenceya laşî û derûnî ya li dijî girtiyan li Îranê tên kirin hûrgiliyên hovane derketin holê.”