Li Yemenê ji bo kesên ku ji karên xwe bûne dê tezmînat were dayîn

Li Yemenê di sala 1994’an de piştî şerê navxweyî, ji bo zêdetirî 52 hezar kesên ku li bajarên başûr ji karên xwe bûne dê tezmînat were dayîn û biryar hat girtin ku ji nû ve vegerin karê xwe.

Navenda Nûçeyan- Li Yemenê nêzî 30 sal berê ji ber şerê navxweyî, ji bo kesên ku ji karên xwe bûn biryar hatin dayîn. Hat hînbûn ku piştî Şerê Havînê yê sala 1994'an ji bo 52 hezar û 766 kesên sivîl ên ji peywira xwe hatin girtin, hêzên ewlehiyê û personelên leşkeriyê, muameleyên ku xebatê terfîkirinê û stratejiya peredayînê di nava xwe de dihewîne kirine.

‘Dê şopên pêşerojê ji nû ve werin bidestgirtin’

Li gorî ajansa fermî ya welat SABA'yê; Serokê Konseya Wezaretan a Yemenê Reşad El-Alimî, soz daye ku dê bi van biryaran "dayîna tazmînatê, li ser şopa pêşerojê were rawestîn, bi ruhê komê xebat û rewşa yekitiya neteweyî ji nû ve bigrin dest û di wî warî de ji nû ve serrast bike.

‘Daxwazên 10 sal berê di vê pêvajoyê de çareser dibin’

Wezîrê Turîzm û Çandê yê Enformasyona Yemenê Muammer El-Îryanî ji bo kesên di şerê 1994’an de mexdûr bûne got ku girîng e ku daxwazên 10 sal berê hatibûn ziman di vê pêvajoyê de werin çareserkirin.

Muamer El-Îryanî bal kişand ser yekitî û bihevrebûnê û wiha got: "Ev yek cidiyeta dewletê ya ji bo girtina hemû dosyayan, çareserkirina mexdûriyetan û vekirina rûpeleke nû ya ji bo hakimiyeta maf û edaletê.”

Banga seferberiya çavkaniyan

Muamer El-Îryanî ji bo Koalîsyona Ereb a ku di pêşengiya Erebistana Siûdî de destekê dide hikumetê û hevkarên navneteweyî got: “Ev qonax ji bo biryarên ku dê dawî li şîdet û pevçûnan bînin girîng e. Ji bo piştgiriya van biryarên dîrokî em bang dikin ku çavkaniyan seferber bikin.”

Li Yemenê şerê navxweyî yê sala 1994’an

Li Yemenê şerê ku wekî "Şerê havînê" yan jî "Şerê veqetînê" tê zanîn, ji dawiya Nîsana sala 1994'an, heta serê Temûzê domiyabû. Piştî şerê navxweyî, sivîlên di bin pêşengiya serokomarê berê Elî Abdullah Salih de, bûn ji hêzên leşkerî û ewlehiyê bi deh hezaran kesan ji kar derxistibûn.

4,3 milyon kes ji warê xwe bûn

Li Yemenê Hûsiyên bi piştgiriya Îranê, ji Îlona 2014'an ve, kontrola paytextê û hinek herêman di bin destên xwe de digre. Hêzên koalîsyonê yên di bin pêşengiya Erebistana Siûdî de jî ji Adara  2015'an ve li dijî Hûsiyan destekê didin hikumeta Yemenê.

Li gorî raporên Komîseriya Bilind a NY’ê; ji ber şerê navxweyî ji sedî 73 (nêzî 23,4 milyon)  mirov hewcedarên alîkariya mirovî man, 4,3 milyon kes jî ji cihên xwe hatin derxistin. Li welat ji 13 hezarî zêdetir sivîl, 377 hezar kesan di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan.