Polîtîkayên AKP ber bi xweşkuştinê ve kişand

Kubra Ergun li rawestgeha istasyona Yenî kapi ya Marmaray dawî li jiyana xwe anî. Bi nameya ku li pey xwe hiştiye derket holê ku ew jî weke gelek ciwanên din piştî hilbijartinê der barê pêşeroja xwe de fikaran jiyan dike.

Navenda Nûçeyan - Hilbijartinên serokkomariyê û dema 28’an ya meclîsê ya li Tirkiyê ji bo beşek mezin a civakê bi şikestina hêviyan encam bû. Li gel nelirîtiyan rêjeya dengên AKP-MHP rastî gelek helwestan hatin. Bi teyet ciwanên ku guhertinê dixwazin, li ser hesabên xwe ên medyaya dijital helwestên xwe nîşan dan.  

Di heman demê de bi mezinbûna fikarên pêşerojê re, ji Stenbolê nûçeyek ya xwekuştinê hat. Hat zanîn ku piştî encamên hilbijartinê hate eşkere kirin, li Stenbolê jina ciwan a 20 salî ya bi navê Kubra Ergun li rawestgeha istasyona Yenî kapi ya Marmaray xwe ji rayê avêtiye dawî li jiyana xwe anî.

‘Ciwantiya min ji min girtin’

Jina ciwan beriya çend saetan intaharê, li ser hesabê xwe yê medyaya dijital Instagramê de nameyek parvekir û di nameya li pey xwe hêlayî de derket holê wiha got: “Ez westiyam, ciwantiya min ji min girtin. Weke jinek ciwan min tu caran azad his nekir.”

Piştî mirina Kubra Ergun gelek bi karhênerên medyaya dijital ew name pervekirin, peyamên nerazîbûnê nîşan dan.