5 sal cezayê girtîgehê li çalakvan Anîsha Asadullah hat birîn

Mamoste û çalakvana kedê Anîsha Asadullah, ji aliyê Şaxa 26’emîn a Dadgeha Şoreşê ya paytexta Îranê Tahranê ve mehkûmê 5 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hat kirin.

Navenda Nûçeyan – Çavkaniyên mafên mirovan ragihandin ku mamoste û çalakvana kedê Anîsha Asadullah, ji bo dijî cezayê darvekirinê ya li welat ji bo jinên çalakvanan re tê dayîn derket, mehkûmê 5 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat kirin.

Şaxa 26’emîn Dadgeha Şoreşê ya Tahranê roja 15’ê Gulanê, mamoste û çalakvana kedê Anîsha Asadullah piştî ku di 5’ê Gulanê de bi awayekî demkî bi kefaleta yek milyar tûmenî ji girtîgeha Êvînê berda, ji sûcê “li dijî dewletê civîn û lihevkirina veşartî” 5 sal û ji sûcê “propagandaya li dijî rejîmê” jî mehkûmê 8 meh cezayê girtîgehê kir.

‘Ez hê dinivîsim, ji cezayê darvekirinê re na’

Biryar, 14’ê Gulanê roja Yekşemê ji parêzerê Anîsha Assadollahê re hat şandin û dema dadgerê lijneya 26’emîn a dadgehê ragihandibû ku cezayê Anîsha Assadollahê li dijî derketina darvekirina çalakvan Mohsen Shakarî û Majîd Reza ye, li hember propaganda li dijî pergala dewletê, çalakvana jin balkişand li ser muhalefêta cezayê darvekirinê û wiha nivîsand: “Ez hê dinivîsim, ji cezayê darvekirinê re na.”

Anîsha Assadollahê sala borî gelek caran ji ber çalakiyên xwe yên piştgirîkirî dayîna mafên karkeran hat girtin.

Ger ev biryar li gorî sepana xala 134’an ya Qanûna Cezayê di pêvajoya temyîzê de were erê kirin, ji Anîsh Assadollah re dê 5 sal cezayê girtîgehê bê dayîn.