Navê Jîna Emînî li taxek ya Viyana hat dayîn

Şaredariya Viyana ragihand ku wê navê taxek ya bajar bikin Jîna Emînî ku bûye sembola serhildanê.

Navenda Nûçeyan – Şaredariya paytext Viyana ya Awûstûryayê wê navê Jîna Emînî ku di 16’ê Îlonê de ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ yên Îranê ve hat qetikirin û bû sembola serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ li taxek ya bajar bike. 

‘Bi xwepêşenderên bi cesaret me xwest em hevgirtina xwe nîşan bidin’

Şaredariya Viyana destnîşan kir ku ev biryar bi armanca ji bo piştgiriya serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatî destpêkirin girtine. Rayedarên şaredariya Viyana aşkere kirin ku wê di demek nêz de vê biryarê pêşkêşî meclîsa şaredariyê bikin.

Şêwirmenda serokê şaredariya Viyana û Endama Partiya Sosyal Demokrat a Awûstûryayê Marina Hanke wiha got: “Bi armanca piştgiriya serhildanê ku li li Îranê gel bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ dest pê kirin wê navê taxek ya Viyana bikin Jîna Emînî. Azadî û demoqrasî beriya hertiştî ji bo bi xwe qeder xwe jiyan bikin têkoşînkirin e. Em weke bajarê Viyana ji bo em hevgirtina xwe nîşanî xwepêşenderên bi cesaret bidin, di şexsê Jîna Emîn de tevgera ku jinan dayî destpêkirin me xwest em di bajarê xwe de heta dawiyê cih bidinê.”