WHO: Herêmên jê agahî nayê girtin hene, em bi fikar in

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) der barê erdhejên ku îro pêk hatin de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ji ber herêmên Tirkiyeyê yên ku agahî jê nayê girtin bi fikar in.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) der barê erdheja wêranker a li Tirkiye û Kurdistanê hat jiyîn daxuyaniyek da. Di daxuyaniya WHO de wiha hat gotin, "Em ji ber herêmên ku ji ber erdhejê xeber ji wan derneketiye bi fikar in." 

Berdevkê WHO ji ajansa nûçeyan a Reutersê re got, "Rayedarên neteweyî dê di vê demê de balê bikişînin ser lêgerîn û rizgarkirinê. Piştre em li bendê ne ku hewcedariya piştgiriya trawmayê zêde bibe da ku birîndaran derman bikin û piştgiriyê bide tevahiya pergala lênihêrîna tenduristiyê li deverên zirarê dîtine."

Rêveberê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya Ewropayê Hans Kluge ku li ser hesabê xwe yê Twîtterê ev tişt got, "WHO Ewropa jî ji bo bersivdayîna vê trajediyê piştgiriyê dide Wezareta Tenduristiyê û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca."