Rojnameger Nazlican Yildiz hat girtin

Nûçegihana JINNEWS'ê Nazlican Yildiz û xwendekarê zanîngehê Ayhan Bakir ên li Îzmîrê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Navenda Nûçeyan – Nûçegihana JINNEWS’ê Nazlîcan Yildiz û xwendekarê zanîngehê Ayhan Bakir ên li Îzmîrê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, hatin binçavkirin. Danişîna 4 kesên ku tevî Nazlîcan Yildiz û Ayhan Bakir hatibûn binçavkirin heta sibê hat hiştin. Bi hinceta ku di dosyayên 16 endamên Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad a Îzmîrê ku di serdegirtinên 7’ê Cotmeha 2022’an de hatin binçavkirin de delîlên nû hene, nûçegihana JINNEWS'ê Nazlîcan Yildiz, Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Murat Tufan û xwendekarên zanîngehê Firat Dîkmen, Murat Boztaş, Ayhan Bakir, Baran Tînk hatin binçavkirin.

Nûçegihanên JINNEWS'ê Nazlîcan Yildiz û Ayhan Bakir ên hatin binçavkirin, ji bo îfadeya wan bigirin sewqî dozgeriyê hatin kirin. Nazlîcan Yildiz û Ayhan Bakir ên ku piştî îfadeya dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin ji aliyê Dadgeriya Cezaya Sulhê ve hatin girtin.

Hate hînbûn ku Murat Boztaş li Şaxa TEM'ê ya Çankayayê, Murat Tufan, Firat Dîkmen û Baran Tink jî li Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê tên girtin.