Seroka Giştî ya Partiya Şoreşgerî Elîf Torun Oneren hate rizgarkirin
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşgerî Elîf Torun Oneren ku li Antakya ya Hatayê di bin xerabeyên avahî de ma bû, hate rizgarkirin. Ji bo dîtina keça Elîf Torun jî xebat berdewam in.
Navenda Nûçeyan – Ji ber erdhejên ku li Mereşê bi pileya 7,7’an û li Dîlokê jî bi pileyên 6,5 û 6,4 çêbûn, bandoreke giran a erdhejê li ser gelek bajaran çêbû. Yek ji van bajaran jî Hatay e. Li Hatayê xebatên rizgarkirina welatiyên di bin kavilan de mane didomin. Partiya Şoreşgerî bi daxuyaniyekê ragihand ku Seroka Giştî ya Partiya Şoreşgerî Elîf Torun Oneren ji bin xerabeyan hatiye derxistin. Têkildarî rewşa tenduristiyê ya Oneren tu agahî nehatin parvekirin û hat zanîn ku ji bo dîtina keça Oneren, Eylem Aydin xebatên lêgerînê didomin.
Partiya Şoreşgerî li ser hesaba xwe ya fermî ev peyam parve kir: “Demek beriya niha Hevseroka me ya giştî Elîf Torun Oneren ji bin xerabeyan hate derxistin. Xebatên rizgarkirinê yên ji bo keça wê Eylem Aydin jî berdewam in.”