Kongra Star û Platforma Çalakiyên Ekolojîk banga hişyariyê kir
Kongra Star û Platforma Çalakiyên Ekolojîk a Jinan der barê erdhejê de daxûyaniyeke hewbeş weşand û bang li aliyên tekîldar kirin ku ewlehî û parastina şêniyan bi cîh bînin.
Navenda Nûçeyan – Ji ber erdheja ku weke naved li navçeya Bazarcix a Mereşê pêk hat û bandorê li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê kir bîlançoya kesên ku jiyana xwe ji dest didin her ku diçe zêde dibe. Kongra Star û Platforma Çalakiyên Ekolojîk a Jinan bi daxuyaniyeke hevbeş ji malbatên mexdûrên erdhejê sersaxî û ji birîndaran re şîfaya lezgîn xwest. Her wiha hêvî kir ku kesên di bin enqazan de mane werin rizgarkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em bang li aliyên têkildar dikin ku erkên xwe yên parastina jiyana şêniyan û ewlehiyan wan bi cih bînin. Her wiha em bang li şêniyan dikin ku baldar bin, ji ber ku îhtîmala erdhejên peyhate dewam dike."