Sendîka û odeyan bang li endamên xwe kirin

DÎSK, KESK, SES û ÎMO bi rêzgirtina tedbîrên lezgîn ên têkildarî erdhejê banga piştevaniyê li raya giştî kirin. Di daxuyaniyan de ji endamên sendîka û odeyan hat xwestin ku bi awayekî aktîf beşdarî çalakiyên têkildarî erdhejê bibin.

Navenda Nûçeyan - Seroka Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzu Çerkezoglu derbarê erdheja ku bû sedema wêraniyeke mezin de daxuyaniyek da. “Roj roja mezinkirina hevgirtinê ye. Arzû Çerkezoglû bi îfadeyên “Roj roja  birînên xwe derman bikin roj roja seferberiya hişmendiya hevgirtinê û kombûna çîna karkeran e” anî ziman ku wan maseya krîzê ava kirine. Seroka DÎSK’ê diyar kir ku wan seferberiya piştevaniyê îlan kiriye.

Ji SES’ê bang

Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES), Lijneya Rêveberiya Navendî daxwaz kir ku personelên tenduristiyê li parêzgehên ku bandorên erdhejê lê zêde bûne bên zêdekirin. Di daxuyaniya xwe de daxwaza başkirina kapasîteya rewşên awarte jî hat kirin, her wiha daxwaz hate kirin ku tedbîrên pêwîst ji bo rêgirtin li her kêmbûna derman û bajarê ku ji erdehejiyê bandor bûne jibo ku krîza derman neyê jiyankirin tedbîrên pêwîst hate xwestin.

IMO: Em amade ne

Lijneya Rêvebiriya Odeya Endezyarên Înşaetê (IMO) ya girêdayî TMMOBê jî di daxuyaniya xwe de got, “Em ji hemû welatiyên xwe re bi taybetî jî yên li herêma erdhejê dijîn, dibêjin derbasbûyîbe. Em ji xizmên welatiyên xwe yên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Em hêvî dikin ku welatiyên me yên di bin xirbeyan de mane di zûtirîn dem de bên rizgarkirin. Weke Odeya Endezyarên Înşaatê em careke din diyar dikin ku em amade ne bi kadroyên xwe yên perwerdekirî û bi ezmûnên xwe yên berhevkirî erka xwe pêk bînin.”

KESK: Em seferber bûn

KESK’ê di daxuyaniya xwe de ev bang li endamên xwe kir: “Konfederasyona me û sendîkayên me yên endamên me ji bo erka xwe bi cih bînin seferber bûne. Ji bo vê jî di qonaxa yekem de maseya krîzê ya KESK'ê di asta navendî de hatiye avakirin û em ê hemû hêz û derfetên xwe yên ji bo avakirina maseyên krîzê bi hêzên din ên ked, pîşe û demokrasiyê re di asta herêmî de pêk bînin. Bi taybetî jî li parêzgehên ku ji erdhejê zirar dîtine, em ê bi hemû Platformên Şaxên xwe yên bi kordînasyona navendî û herêmî re xebatekê li dar bixin û birînên xwe bipêçin û êşê kêm bikin. Heyeta me ya ku ji endamên konfederalîzm û sendîkayên me yên MYK pêk tê, wê di demeke herî nêz de li parêzgehên erdhejê lê rû daye bin."