Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: Hezar û 400 kes winda ne

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê daxuyand ku 720 jê zarok herî kêm hezar û 400 kes winda ne.

Navenda Nûçeyan – Pevçûnên di navbera Hamas û Îsraîlê de ku bi êrişa 7’ê mehê ya Hamasê destpê kir didome. Wezareta Tenduristiyê ya Filistinê têkildarî windayên di dema pevçûnên di navbera Îsraîl û Hamasê de daxuyaniyek belav kir.

Li gor nûçeya di Independent Tirkî de, di bin kavilên avahiyan de gelek kes hene û 720 jê zarok herî kêm hezar û 400 kes winda ne. 

Malzemeyên tibî hat xwestin

 Di êrîşa Îsraîlê de 46 xebatkarên tendûristiyê hat qetilkirin; 85 kes jî bîrîndare wezaretê ragihand ku  23 ambûlans di rewşa ne bikaranînê de ye. Di daxuyanê de hat diyarkirin ku malzemeyên tibî kêm e û  bang li civaka navneteweyî hat kirin ku pêdiviyên tenduristiyê û sotemeniyê ji Xezayê re were peyda kirin.

Nexweşên pêçeşêrê nayên dermankirin  

Alîkarê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ferhan Heq di civîna çapemeniyê ya rojane der barê geşedanên li Xezayê de axivî. Ferhan Heq diyar kir ku ji 7’ê Cotmehê heta niha ji sedî 30’ê xaniyan li Xezayê wêran bûne yan jî nekarin werin bikaranîn, Ferhan Heq got ku nêzîkî 9 hezar nexweşên penceşêrê nikarin bên dermankirin û di heman demê de li gorî UN Women 490 hezar jin û zarokên keç ji cîhê xwe bûne.

Ji aliyê din ve di daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Koordînasyona Alîkariya Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) de hat destnîşankirin ku di 24 saetên dawî de li Şerîa Rojava de 14 kes di êrîşên hêzên Îsraîlê û niştecihên Yahûdî  de jiyana xwe ji dest dane.